Cotmeh 06, 2025 19:24 Asia/Tehran
  • Encamên berayî yên hilbijartinên parlimana Sûrîyê; serketina hejmareke kêm a jin û kêmîneyan

Encamên berayî yên hilbijartina parlimana Sûrîyê ku bi awayekî nerasterast hat lidarxistin, nîşan didin ku tenê 3 berbijarên jin di vê hilbijartinê da ser ketine u tenê çend berbijarên kêmîneyan ji wan ên mesîhîyan hatine bijartin.

Encamên berayî yên hejmartina dengan nîşan didin ku cîgirtina jinan di parlimana nû ya Sûrîyê da gellekî kêmreng e, bilî vîya tenê çend berbijarên kêmîneyên fenanî mesîhîyan di vê hilbijartinê da ser ketine û ji Durzîyên Sûrîyê ti berbijarek di nav berbijarên serketî yên parlimanterîyê da xûya nake.

Karbidest u rêkxerên hilbijartina parlimana Sûrîyê gotine ku cebirandina vê kêmasîyê bi destnîşankirina yek ji sêyê parlimanteran ku dê ji hêla Colanî serokê hikûmeta demkî ya werin bijartin, pêkan bibe u bi vî awayî yê derfeta beşdarbûna hemî komên civaka Sûrîyê li parlimana vî welatî pêk were.

Yekem dewra hilbijartina parlimana Sûrîyê di dewra hikûmeta demkî ya Colanî da duh bêyî beşdarîya rasterast a gel li seranserê Sûrîyê bilî parêzgehên Heseke, Suweyda û Reqqayê hat lidarxistin. 

HSD wek yek ji girîngtirîn komên çekdar ên dijî hikûmeta Colanî di daxûyanîyekê da wek berteka himber lidarxistina hilbijartina parlimanî li Sûrîyê ragihand: Tişta ku duh wek yekem dewra hilbijartina parlimanî piştî ketina hikûmeta Esed hat nasandin, di rastîyê da nimayişeke sîyasî bû ku ne hêjayî dîroka kokvedayî ya Sûrîyê ye.

HSD ragihand ku ev hilbijartina nimayişî dewsa pêngavek ber bi yekitîya netewî u aştîya berfire be, bû sedema kûrkirina ji hevdûrbûna pêkhateyên civaka Sûrîyê. Hilbijartin wê demê rewa ye ku bi beşdarîya hemî sûrîyên nav u derveyî welêt di bin çavdêrîya navdewletî da ku duristbûn û şefafbûna wê garantî bike, were lidarxistin. 

Serepeyv