Cotmeh 04, 2025 13:04 Asia/Tehran
  • Çawa hinek ji bîreweriyan tu wextî nayên jibîrkirin?

Lêkolerên Zanîngeha Bustonê ya Amerîkayê di lêkolîneke nû da gihîştine vê encamê ku mejiyê mirov dema ku bîrewerî bi rûdaneke hestbarî yan jî giring hatibin girêdan, baştir wan bi bîr tîne.

Hinek ji bîreweriyên di zihnê me da hertim aşkira, zelal û zindî ne û tu wextî em wan ji bîr nakin; di halekî da ku gelek ji wan hêdî hêdî ji nav diçin an jî em careke din qet wan bi bîr nayînin. Niha lêkolîneke nû ji Zanîngeha Bustonê mekanîzm û sazûkarek ji mejiyê nîşan dide ku têkilî bi vê mijarê heye.

Mekanîzma tomarkirina bîreweriyan di mejî da

Encamên vê lêkolînê nîşan dide, dema ku kesek rûdaneke giring an jî bi heyecan dibîne, mejî ne tenê wê kêliyê hildigire û diparêze, belkî hûrgiliyên sade yên pêş û piştî rûdanê jî bi awayekî mayîndetir di bîra mirov da tomar dike. 

Mejî û bîra mirov wek amûreke qeydkirinê ya pasîv û bêtevger nîne; ew biryar dide ku çi tiştek giring e û çi tişt ne giring e. Rûdanên hestbarî û îhsasî heta dikarin bibin sebeb ku bîreweriyên lawaz jî bên tomarkirin.

Li gorî encama lêkolînan, bîreweriyên ku piştî rûdaneke giring tên tomarkirin, bi giranî girêdayî bi rêjeya îhsasî û hestbariya wê rûdanê ne. Di rastiyê da, çiqasî coş û heyecana rûdanekê zêdetir bibe ewqasî jî îhtimala mayîna hûrgiliyên wê di bîra mirov da zêdetir dibe. Lê bîreweriyên beriya rûdanê tenê di rewşekê da tên tomarkirin ku wehheviyeke dîtbarî yan îdrakî digel rûdanê bixwe hebin.

Ev encam dikarin di hin babetan da, weke dermankirina kêşe û pirsgirêkên bîranînê li nav extiyaran û çareserkirina aloziyên têkildarî trawmayê werin bikaranîn.

 

Serepeyv