Adar 23, 2024 17:56 Asia/Tehran
  • Çi dibe sebeb ku bakterî di bedena mirov da veguherin bakteriyên kujer?

Lêkoleran keşif kirine ku Bakteriyên "Neçê" nikarin Selûlozê (Cellulose) li ser asta hucreyên xwe çê bikin û ev yek di dawî da dibe sebeba qewimîna nexweşiya giran.

Li gorî nûçeya IRNA'yê ji zarê ScienceDaily'yê, Lêkoleran li Queenslandê (eyaleta bakurê rojhilatê Awstralyayê) keşif kirine ku cûreyeke pêşkeftina jenetîkî anku Mutasyonê dibe sebeb ku hin bakteriyên "E. coli" nexweşiya giran di mirovan da pêk bînin; di halekî da ku bakteriyên din bêzirar in. Ev keşif dikare yarmetiyê bide bo têkoşîna dijî berxwedana antîbiyotîkî.

Profesor Mark Şembrî û Dr. Neho Engoyan ji Enstîtûya "Zanistên Biyomolekûlî" ya Zanîngeha Queenslanedê ji berpirsên vê lêkolînê ne. Şembrî ragihand ku ev pêşkeftina jenetîkî lampeyeke kesk dide bakteriya "E. Coli" da ku zêdetir li nav bedenê belav bibe û organên zêdetir weke Kezeba Reş, Mejî û Fatereşkê tûşî alozî û kêşeyê bîne.

Vî zanyarî got: Ev keşif şirove dike ku çima hin bakteriyên "E. Coli" dikarin nexweşiyên kujer, her wiha Menenjîta (Meningitis) Zarokan û aloziyên mîzrêyan pêk bînin; di halekî da ku bakteriyên din ên "E. Coli" dikarin bêyî pêkanîna zirar û ziyanekê li bedena mirov bijîn.

Li gorî gotina vî lêkolerî, Bakteriya "Çê" Selolûzê çê dike, di rewşekê da ku Bakteriya "Neçê" nikare vî karî bike.

Serepeyv