Cotmeh 18, 2025 18:12 Asia/Tehran

Sîyasetvanekî iraqî aşkira kir ku Amerîka u Tirkîyê bi awayekî nihênî destwerdanê di hilbijartina pêşber a Iraqê da dikin u lê digerin proja li Sûrîyê, li Iraqê jî bi cih bînin.

Evdilsitar Ehmed Duleymî endamê Hevalbendîya Enbar`ê aşkira kir ku Amerîka u Tirkîye bi dizî ve hewil didin alîyên sîyasî yên Sunne di hilbijartina pêşber a Iraqê da nêzîkî hev bikin u di vê çarçovê da wekîlên Enqere u Waşîngtonê ji bo nehîştina nakokîyê di nav bereya sunneyan nemaze di navbera Mihemed Helbûsî Serokê Hevalbendîya Teqeddum, Musenna Samerrayî Serokê Hevalbendîya Ezm û Xemîs Xencer Serokê Hevalbendîya Sîyadeyê û herwiha partîyên dijî Helbûsî da hin kar kirine.

Vî sîyasetvanê iraqî herwiha got: Ev kiryarên tirk u amerîkîyan beşeke hewla ji bo sûdwergirtina narewa ji bereya Sunneyan wek darê desta ji bo zordayîna ser hikûmeta navendî ya Iraqê bi heceta piştgirîya ji hêzên wêdadayî yan mezlûm ên vî welatî ne.

Duleymî herwiha tekez kir: Armanca rastî ya Amerîka u Tirkîyê ji destwerdana di hilbijartina pêşber a Iraqê da, bidestxistina destkevtên istiratejîk li navçeyê ye. Wî hişyarî da ku ew hewl u kiryar dikarin bibin sedema dûhatên nerênî ji bo yekitî û istiqrara sîyasî u emnî ya Iraqê. 

Hevgavê vê yekê, Komîserîya Bilind a Hilbijartinan a iraqê ragihand ku zêde ji milyonek u 250 hezar kartên dengdanê yên Bayometrîk daye dengderan u çavkanîyên iraqî jî ragihandin ku hêzên emnî û parêzvanê ewlehîya bajêr li Iraqê bere berê hilbijartinê hin manovr u meşq ji bo jordabirina asta amadebûnê ya di dema lidarxistina hilbijartinê de li dar xistine. 

Nazim Debbag Wekîlê Herêma Kurdistana Iraqê li Têhranê jî got ku kom u partîyên kurd yê bi awayekî berfire di hilbijartina parlimanî ya Iraqê da beşdar bibin, ji ber ku bi beşdarbûna berfire di hilbijartinê da dikarin meseleyên xwe yên hiqûqî li parlimanê hilêxin, pesend bikin u bi cih bînin. Wî amajeyî terorkirina berbijarekî hilbijartinan di hefteya buhurî li bakura Bexdayê da kir u got: Dema di encama nakokîyê da teror pêk tê, divê zingila xeterê were lêxistin. 

Serepeyv