Cotmeh 15, 2025 11:28 Asia/Tehran
  •  Veguhestina hestbarî çi ye; gelo hestên mirov vegir in?

Dibe ku te jî ev hevok bihîstibe ku dibêjin, “Ken vegir e” û dema ku kesek rûbirûyî te dibişire, derdem û wek berteka li vî karê wî/wê, tu jî dibişirî.

Ev rûdan tenê bi bişirîn û hesta şahiyê sînordar namîne; xem û keser û hestên din jî guhêzbar in. Di vê nivîsarê da em ê derbarê guhêzbariya hestan û bîrdoza veguhestina hestbarî hin zanyariyan pêşkêş bikin.

 

Veguhestina hestbarî çi ye?

 

Veguhestina hestbarî yanî dîtina reftara kesekî bibe sebeb ku kesên din jî heman reftarê wek bertekek dubare bikin. Em wek mirov bertek nîşanî tevgerên cîhana hawîrdora xwe didin. Bi vî rengî hest û tevgerên me jî dikevin bin bandora kesên li hawîrdora me.

 

Çi tiştek dibe sebeba veguhestina hestbarî?

 

Gerçî ku li gorî lêkolînên seretayî, veguhestina hestbarî tam bêyî haya mirov diqewime, lê dibe ku rola hokarên cûrbicûr di veguhestina hestbarî da hebe yan jî bibin sebeba wê. Ev hokar pêk tên ji:

 

  • Têkiliya axaftinî
  •  
  • Têkiliya ne-axaftinî weke haletên rû û zimanê leş
  •  
  • Hokarên hawîrdorê weke mûzîk, bêhn û atmosfera heyî
  •  

 

Gelo hestên nerênî zêdetir vegir in an hestên erênî?

 

Hema wisa ku hestên erênî bo kesên din tên veguhestin, hestên nerênî jî vegir in. Balkêş e bizanî ku hin hest weke xem, hêrs, bêhêvîtî û tengijîn gelekî vegirtir ji hestên erênî ne. Hinek hokarên handêr weke kêmxewî, birçîbûn û strêsa giran, mirov li hember veguhestina hestbarî lawaztir dikin. Li gorî lêkolînan, hokara demarî (esebî) têkildarî neronên neynikî ye; dema ku kesek kesekî din di rewşa pêkanîna karekî da dibîne, hin neronên taybet di mejiyê wî da çalak dibin û dibin sebeb ku ew jî tam heman karî dubare bike.

 

 

Qonaxên veguhestina hestbarî û bandorên wê

 

  • Bizarkirin: Wek berteka li hemberî bişirîna kesê hember, tu jî dibişirî û zar bi kenîna wî/wê dikî
  •  
  • Fîdbek: Tu difikirî ku ez ji ken û kêfxweşiya kesê din kêfxweş bûme.
  •  
  • Veguhestin: Niha ku ez şa û kêfxweş im, ez jî bişirîna xwe vediguhêzînime kesên din.

 

 

Şêwazên kontrolkirina bandorên veguhestina hestbarî

 

  • Tê bigihêje ku çi kiryar (axaftinî - ne-axaftinî) te hanî berteknîşandanê didin.
  •  
  • Kêliyekê raweste û tiştê ku diqewime, analîz bike û bêhneke kûr bikişîne.
  •  
  • Rahênana hevsoziya digel kesên din bike
  •  
  • Bi kesinan ra pêwendî çê bike ku bandoreke erênî li ser te hene.
  •  
  • Pisporiyên xwe yên rûbirûbûna sûdmend xurttir bike.