Iraqçî: Biryarnama 2231ê idî dema wê bi dawî bûye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir: Biryarnama 2231ê idî ti hêjatî u desthilatê nade Sersekreter an an Nivîsgeha NY ku ji bo sepandina biryarnamên li gorî xala 8an a wê biryarnamê bikeve dewrê.
Seyîd Ebbas Iraqçî di nameyekê da bo Sersekreterê NY û Serokê Konseya Emnî ya vê rêxistinê têkildarî bidawîhatina dema biryarnama 2231ê pêgirî kir: 3 welatên ewûpî yên wajokerê Rêkevtinameya navokî ya digel Îranê di 28ê Tebaxa buhurî da bêyî bingeha rewa, hiqûqî u yan raberkirina hegera sîyasî ya rewa, bi awayekî yekalî u xwe serê xwe hewil dan bi berçavnegirtina demajoya nehîştina nakokîyên têkildarî Rêkevtinama Navokî, bi awayekî rasterast seredana Konseya Emnî kirin u mekanîzma Snap Back ango mekanîzma vegerandina boykotên dijî Îranê çalak kirin.
Iraqçî pêgirî kir: Idî dema dew u dozên têkildarî vejîyandina biryarnameyên demborî bi dawî hatîye, ew idia ji bingehê va batil in, bingeha hiqûqî ya wan tineye û ti berpirsyarî û erkekê naxin ser milê me.