Cotmeh 18, 2025 18:02 Asia/Tehran

Rejîma Sîyonîst li Taxa Zeytûn a Xezzeyê maşînek da ber mûşekê ku di encamê da 11 kesên tê da ku gişk ji malbatekê bûn, hatin kuştin.

Mehmûd Besel Berdevkê Dayra Berevanîya Sivîl a Xezzeyê got ku 11 endamên malbatekê di wê maşînê da bûn, jiwan 7 zarok u 2 jin ku artêşa Rejîma Sîyonîst tevî agirbesê ew li Taxa Zeytûn li rojhilata şarê Xezzeyê da ber mûşekê. Besel herwiha got: Ev yeka nîşan dide ku dagirker hela jî tênîyê xwînê ne û pêkutîyê ser cinayeta hibmer sivîlên bêguneh dikin.

Berdevkê UNRWAyê jî dîyar kir ku Rejîma Sîyonîst di mijara derbaskirina alîakrîyên mirovî bo Zîvala Xezzeyê da astengîyan derdixe û got: Alîkarîyên ku derbasî Zîvala Xezzeyê hatine kirin, tenê têra yek ji sêyê pêwîstîyên rastî yên vê herêmê dikin. 

Ednan Ebû Hesene Berdevkê UNRWAyê got: Rejîma Sîyonîst rê nade alîkarîyên pêwîst derbasî Zîvala Xezzeyê bên kirin. Wî got ku astengîderxistina Rejîma Sîyonîst ser rêya derbaskirina alîakrîyan bo Zîvala Xezzeyê bacistandina ji gelêl şerlêketî yê Xezzeyê ye. Hevgavê vê yekê çavdêrên mafên merivan u pisporên pizişkîyê piştî kontrolkirina meytên 120 şehîdên filistînî ku Rejîma Sîyonîst radestî rayedarên Xezzeyê kirîye, ragihandin ku şop û nîşaneyên aşkira yên işkence u jêkirinê ser meytan xûya dikin u li gorî ihtimalê leşkerên sîyonîst organên bedena van şehîdana dizîne û firotine. Berî vîya jî hin rapor hatin weşandin ku li gorî wan leşkerên sîyonîst di dewama talankerîya li Xezzeyê da, kerên ku ji bo barkirinê tên bikaranîn didizin u di berdêla veguhestina wan bo welatên ewûpî da dirêv distînin. 

Serepeyv