Cotmeh 13, 2025 16:09 Asia/Tehran
  • Hînkirina hizirîna erênî bo zarokan bi 9 şêwazên pratîkî

Hizirîna erênî û berdewamkirian vê rewşê rehet nîne, nemaze ji bo zarokan. Lê hizirîna erênî alîkariya wan dike ku baştir digel pirsgirêkan rûbirû bibin û geşekirineke wan a baştir hebe.

Hînkirina çawaniya veguherîna hizirîna nerênî bo hizirîna erênî alaveke giring e ku hûn dikarin bidine zarokên xwe da ku di heyama jiyanê da wê bi kar bînin.

Di vê nivîsarê da, 9 şêwazên pratîkî ji bo hînkirina hizirîna erênî bo zarokan û rahênanên wê ji we ra tên pêşkêşkirin.


Pêngava yekem a hînkirina hizirîna erênî bo zarokan

1 - Ji bo zarokê xwe bibine mînakeke hizirîna erênî

Hebûna zihniyeta erênî di axaftin û tevgeriyanê da şêwaza herî baş a hînkirina hizirîna erênî bo zarokan e. Zarok zar bi dêûbavên xwe dikin.

2 - Hînkirina hizirîna erênî ji malê dest pê bikin

Atmosfera malê germûgurr û semîmî bikin. Zarokê ndine ber lomeyan. Zarok azad û serbest bihêlin bila carinan şaşitî bike û ji hemîyan giringtir, fêrî wî bikin ku armanc, jiyana bi kêf û şahî ye.

3 - Bihêlin bila zarok çalakiyên xwe yên dilxwazî pêk bînin

Zarokên xwe bo çalakiyên fêrkarane û bi heyecan han bidin. Van çalakiyan roleke giring di geşekirina xwebawerîya wan û hesta binirxbûnê hene.

4 - Kenîn û şahî baştirîn şêwaza diyarkirina hizirîna erênî ye

Devbikenbûn û bişirîna li zarok heta di şert û mercên dijwar ên jiyanê da, şêwaza herî baş a fêrkirina hizirîna erênî bo zarokan e.

5 - Bawriya xwe bi hevûdu bînin

Hûn û zarokê xwe divê bikarin tiştê ku di mejî û dilê we da derbas dibe, bînin ziman. Ev hevpeyîvîn nîşan dide ku baweriya we bi hevûdu ra heye.

6 - Xwebaweriya zarokê xwe zêdetir bikin

Dêûbav divê piştrast bibin ku zarokê wan hesteke baş li ser xwe heye û hertim dikare ji bo rûbirûbûna digel pirsgirêkan, alîkariya dêûbavê xwe li ber çav bigire.

7 - Ji zarokê xwe bixwazin ku bi çend peyvên erênî hevokekê çê bike.

8 - Bi zarokê xwe ra lîstika 'Pirs û bersiv' bilîzin

Lîstikeke din ji bo hînkirina hizirîna erênî bo zarokan, hilêxistina hejmareke pirsan li ser hizirîna erênî û taybetmendiyên kesên erênîhizir e.

9 - Digel zarokê xwe lîstika "Rewşê biguherîn" bilîzin

Di vê lîstikê da hewl bidin zarok han bidin ku pirsgirêk û kêşeyên xwe di 6 waran da binivîse; wek mînak: Dibistan, heval, malbat, rewşa nav malê, wêneya ku zarok ji xwe heye û Çalakî û bername; piştra bi alîkariya wî her pirsgirêkekê veguherînin bo pirsyarekê.

Serepeyv