Îlon 17, 2022 18:10 Asia/Tehran
  • Kişandina cîgareyê bandora nerênî li ser nifşên din jî dike

Dûhatên kişandina cîgareyê heta bandorê nifşên din ên kesê cîgarekêş an kesên ku li ber dûkela wê ne jî dikin.

Li gorî lêkolîna ku li kovara Lêkolînên Bêhnkişandinê ya Ewropayê hatiye weşandin, îhtimala tûşbûna zarokekî bi Asmaya (Astengiya Bêhnkişandinê) Ne-Alerjîk di rewşekê da ku bavê wî di zarokê da li ber dûkela asta duyem (dûkela cîgareya kesên din) bûbe, sedî 15,9 zêdetir ji zarokên din e.

Li gorî rapora kanala WION'ê, Navenda kontrol û pêşîgirtin li nexweşiyan li Amerîkayê dûkela asta duyem wek pêkhateyek ji dûkela rabûyî ji cîgareya vêketî û bêhnvedana kesê cîgarekêş daye zanîn.

Di rastiyê da kişandina bêhna dûkela asta duyem cûreyeke cîgarekişandina neçalak û nerasterast e. Ev rêjeya sedî 15,9 di rewşekê da ku bavê zarok di zarokatiya xwe da li ber dûkela asta duyem bûbe, li ber xetera tûşbûna bi Asmaya Ne-Alerjîk in. Eger bavê zarok cîgareyê bikişîne, îhtimala tûşbûna zarok bi Asmaya Ne-Alerjîk heta sedî 72 zêdetir dibe.

Ev rastî nîşan didin ku kişandina cîgareyê ne tenê ziyanê digihîne mirov, belkî bandorê li nifşên din ên mirov jî dike.

Serepeyv