Tebax 16, 2025 16:26 Asia/Tehran
  • Vaksînekirin bi Benê Didanan; dewsgirek ji bo derzîlêdanê

Lêkoleran şêwazeke nûjen ji bo vaksînekirina ajelan xuliqandine ku werdana benê didanan bi vaksînê û veguhestina wê bi rêya xaneyên navbera didan û pidî ye.

Li gorî nûçeya IRNAyê ji zarê SciTechDaily'ê, ev şêwaz sîstema ewlehiyê han dide da ku di astên lîçikî (perdeya hundirîn a bêvil û pişikan ku yekem xalên derbasbûna vîrûsan in), antîbodîyê berhem bîne.

Prof. Harvinder Singh Gill Mamosteyê nano-pizîşkiyê yê Zanîngeha Eyaletî ya Karolînaya Bakûr dibêje: Astên lîçikî gelekî giring in, ji ber ku ew cihê derbasbûna hokarên nexweşîçêkerên (Pathogen) weke Înfluenza û COVID'ê ne. Lê vaksînên bi derziyê pirranî antîbodiyan li tevgera xwîn li seranserî leş berhem tînin û perdeya lîçikî antîbodiyeke hindik werdigire.

Li aliyê din, vaksînên lîçikî him li nav xwînê û him jî li ser astên lîçikî antîbodiyê çê dikin; eva yanî avakirina bereyeke parastinê ya zêdetir li hember êrîşa hokarên nexweşiyê ser leşî.

Cerribandin li ser mişkan

Lêkoleran bi werdana benê didanan bi vaksînê, ew li didanê mişkên labratuwarî kişandin. Encam anegorî du şêwazên din (gihandina vaksînê bi rêya bêvil an jî binê zimên) wisa bûn:

1. Şêwaza benê didanan, bersiveke antîbodîk a gelekî baştir di astên lîçikî di berawird digel şêwaza bin-zimanî (standarda zêrîn a niha) pêk anî.

2. Karayîya vê şêwazê di parastina li hemberî Vîrûsa Înfluenzayê, hindî gihandina vaksînê bi rêya bêvil bû.

 

Serepeyv