Hişê Çêkirî yê Elon Musk ji kontrola wî derket
Tebax 12, 2025 16:25 Asia/Tehran
Li gorî raporên belavbûyî, wisa xuya dike ku Elon Musk nikare modela Hişê Çêkirî yê xwe kontrol bike.
Li gorî rapora ISNA'yê, Chatbot'a Hişê Çêkirî ya Elon Musk ji ber binpêkariyên nû bi awayê demkî hat rawestandin.
Chatbot'a Hişê Çêkirî yê bi navê 'Grok' wek berhema Kompaniya xAI'yê ya Elon Musk hema wisa gengeşeyê diafirîne û platforma mazûvana xwe yanî Tora X'ê (Twitetra berê) rûbirûyî rewşeke serşoriyê kiriye.
Tenê çend hefteyan piştî ku versyoneke Grok'ê pesna Adolf Hîtlerî da, versyona nû ku bihêztir xuya dike, tûşî pirsgirêkê bû û X neçar kir ku Chatbot'ê bi awayê demkî rawestîne.