Tebax 20, 2025 22:15 Asia/Tehran

Di sefera Mesûd Pizişkiyan bo Bilarûsê de, îro rayedarên payebilind ên Îran û Beilarûsê, bi amadebûna serokkomarên her du welatan, 12 belgeyên hevkariyê di warên siyasî, mafên navneteweyî, geştiyarî, hunerî, medya, tenduristî û dermanan, pîşesazî, jîngeh, herêmên azad ên pîşesazî û aborî û sermayeguzariyê de îmze kirin.

Mesûd Pizişkiyan serokkomarê Îranê îro di dewama bernameyên sefera Bilarûsê de di civîna çapemeniyê ya hevpar bi serokkomarê vî welatî  re got ku  peywendiyên bi Bilarûsê re di asta herî bilind de tên şopandin û ev sefer xalek werçerxanê di peywedniyên her du welatan de ye û bê guman em ê di pêşerojê depêşketina hevkarîyên her du welatan bibînin. 

Serokkomar her wiha got ku Bilarûs, welatekî girîng li herêma stratejîk a Ûrasiyayê û şirîkekî bawerpêkirî ji bo Îranê ye û Tehran girîngiyeke zêde dide  berfirehkirina hevkariyên bi Komara Bilarûsê re.

Pizişkiyan her wiha tekez kir ku têkiliyên di navbera Tehran û Mînskê di salên bê de, yê li gorî têkiliyên zêdetir û projeyên hevbeş bên berfirehkirin mijara ku dikare cih û şûna aborî û dîplomatîk a her du welatan di hevkêşeyên navçeyî û dervey navçê de bilind bike.

Elêksandir Lokaşênko tevî ku boykotên bê bingeh ên welatên rojavayî dijî Rûsiyê û Îranê terorîzma aborî bi nav kir, got: Em hewil didin cîhanek çend cemserî ava bikin. cîhana ku her welatek bi serbixwetî û bêyî destwerdana biyaniyan rêya xwe ya pêşveçûnê diyar dike. Wî her wiha got: Mînsk bi awayekî serketî di halê berxwedana li himberî  van pirsgirêkan û şerê aborî yê  êrişkirane ye. Di sefera îro ya  Mesûd Pizişkiyan Serokkomarê Îranê  bo Bilarûsê de, rayedarên payebilind ên Îran û Bilarûsê, bi amadebûna serokkomarên her du welatan, 12 belgeyên hevkariyê di warên siyasî, mafên navneteweyî, geştiyarî, hunerî, medya, tenduristî û dermanan, pîşesazî,jîngeh,  navçeyên azad ên aborî ,pîşesazî  û sermayeguzariyê de îmze kirin. Serokkomarên Îran û Bilarûsê her wiha  di vê merasîmê de daxuyaniya hevbeş a seferê îmze kirin.

Serepeyv