Girtina 17 karmendên şaredariyên Tirkiyê
Tebax 20, 2025 18:15 Asia/Tehran
Piştî lêkolînên têkildarî şaredariya bajarê mezin a Stenbolê, Înan Gûney, şaredarê Beyoglûyê u 16 kesên din hatin desteserkirin.
Li gorî rapora medyaya Tirkiyê, piştî lêkolînên têkildarî şaredariya bajarê mezin a Stenbolê,17 kes ji wan Înan Gûney Şaredarê Beyoglû bi sûcê endamtiya di rêxistinekê de ku ji bo sûckirinê hatiye damezrandin û kumdanîna ser zirara saziyên hikûmetê, hatine desteserkirin.
Sêyhan Ozcan, Rêvebirê Nivîsgeha Şaredar Înan Gûney , Îsmaîl Akkaya bûrayê wî, Denîz Gullelî şofêrê wî û her wiha Receb Cebecî, şofêrê Îmamoglû digel Îbrahîm Can Yaman û Mahîr Gûn jî hatin girtin. 27 kesên din bi qedexeya derketina ji welêt û di bin çavdêriya dadweriyê de hatin berdan.