Hizbullah: Hikûmeta Lubnanê destûra bingehîn binpê kir
Îhab Hemade, yek ji parlimanterên Hizbullahê, bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Lubnanê bi biryara jiçekkirina berxwedanê destûra bingehîn binpê kiriye û got ku artêş bi xwe jî dizane hêz û çekên pêwîst bona berevaniya ji welêt di dêstî da tineye û em bi hemû hêza xwe berevaniya Lubnanê dikin û me pêwîstî bi iznê tineye.
Îhab Hemade, parlimanterê payebilind ê Hizbullah li parlemana Lubnanê, got: Hikûmet ji naveroka sereke ya destûra bingehîn a Lubnanê derbas bûye û bi dû pêkanîna plana siyonîstî-amerîkî ye û bi vî awayî destûra bingehîn binpê dike. Wî her wiha got: Hikûmeta Lubnanê bi vê biryarê, heta rêketina Taif ya Lubnanê jî bin pê kir ji ber ku ev rêketin eşkere tekeziyê ser mafê Lubnanê jibo berevaniya ji ax, çavkanî û sînorên xwe dike û mafê berxwedanê tê de bi fermî hatiye naskirin.
Hemade tekez kir: Em tam piştrast in belgeya ku Amerîkayê raberî rayedarên Lubnanê kiriye bi hibra siyonîstan hatiye amadekirin ku ewilî berjewendiyên vê rejîmê dabîn bike. Pêşkêşkirina vê belgeyê ji hêla Amerîkayê ve bo hikûmeta Lubnanê bi xwe destwerdana eşkere û êrişa rasterast ser serwerî, azadî û serbixwetiya welatê me tê hesab.