Tîrmeh 20, 2022 09:59 Asia/Tehran
  •  Kalikê 99 salî zanîngeheke din xilas kir

Çîrok bi vî rengî ye: Mirovekî bi navê Giuseppe Paterno heye. Îtalyayî ye û di sala 1923’an de li Sîcîlyayê ji dayîk bûye. Ew bi pênaseya xwendekarê herî extiyar dihat nasîn û niha wî lîsansa xwe ya bilind temam kir.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Ew li nav malbateke xizan ji dayîk bûye. Ji xwendina pirtûkan û xwendina giştî hez dikir lê ji ber bêderfetiyê nekarî here zanîngehê. Dema Şerê Cîhanê yê 2’yemîn dest pê dike diçe şer, di bêndergehê de peywirê digire. Dûre di karê rêya hesinî de dixebite.

Lehengê vê çîrokê Paterno dema 30 salî bûye ji derve beşdarî ezmûnan dibe û Beşa Enstîtuya Teknîkê ya Zanîngehê dixwîne. Paşê kar û bar, zewac, jiyana rojane, bêderfetî nahêle ew xwendina xwe bidomîne û dema dibe 60 salî û malnişîn dibe careke din berê xwe dide xwendinê.

Giuseppe Paterno du sal berê li ser dîrok û fîlozofiyê lîsansa xwe temam dike û dest bi lîsansa bilind dike. Paterno li Zanîngeha Palermoyê li ser heman mijarê lîsansa xwe ya bilind niha temam dike. Ew du sal berê jî xwendekarê herî extiyar bû û niha dîsa rekora xwe şikestibû.

Paterno bavê du zarokan û kalê çar neviyan e. Çapemeniya îtalî dibêje wekî ciwanan daxwaza xwendinê pê re heye.

Serepeyv