Fetîrmeske; Xwarina kurdên Xorasanê ya taybetî dema pezbirrînê
Fetîrmeske xwarineke xwecihî li nav kurdên bakûrê Xorasanê (bakûrê rojhilatê Îranê) ye.
Ev xwarin wek kevneşopiyek pirranî li dawiya demsala biharê û di dema pezbirînê da tê amadekirin û xwarin. Wer ku tê zanîn ji ber sedemên cûr bi cûr ji wan parastina tenduristiya pêz li hemberî sermayê her wiha parastina wan li hemberî diyardeyên weke barîna teyriyê (zîpik), karê birrîna heriyê pêz ku bi alavekî bi navê Hevrîngê pêk tê, dikeve dawiya biharê. Dema ku êdî hewa germ dibe û barîna teyriyê jî kêm dibe an ne pêkan e.
Ji ber zêdebûna hejmara pêz, malên xwedîpez ji bo birîna heriyê pezê xwe bangî çend cînar an xizmên xwe dikin û vî karî zehmet bi hev ra pêk tînin.
Vêca pişka herî girîng a vê kevneşopiyê, xwarina Fetîrmeskeyê wek firavîn e. Fetîrmeske ku wek Fetîr-Rûn jî tê binavkirin, ji du peyvên Fetîr û Meske çêbûye. Fetîr cûreyeke nanê taybet e ku li nav tendûrê tê patin û Meske jî heman nivîşk e ku kurdên Xorasanê bi kar tînin.
Kevaniya malê ji bo vê rojê hêvir distire û fetîrên teze û germ jê çê dike. Dema firavînê fetîrên germ yek bi yek li nav sêniyeke mezin a bi navê Mejmeyê (anjî Lengerî) tên danîn û navbera wan bi meskeyê teze û şekirê tê dagirtin. Bi helîna nivîşkê, fetîr bi rûnê meskeyê werdibin û mênan parî bi parî nûşî canê xwe dikin.