Lêkolîn nîşan didin ku mûzîk jiyanê rihettir û kualîteya wê baştir dike
Li gorî encamên 26 lêkolînan, sûd û feydeyên mûzîkê ji bo tenduristiya derûnî weke sûdên werzîş û kêmkirina giraniya leşî ye.
Dibe ku hezkiriyên mûzîkê hertim haya wan ji vê yekê hebe, lê niha zanyaran bi rêya ezmûn û tecrubeyê peyîtandiye ku mûzîk ji bo tenduristiya ya rewan û derûnê me sûdmend e.
Li gorî nûçeya malpera Guardian'ê, Oliver Sacks esebnasê ku koça dawî kiriye dibêje: "Mûzîkê hêzeke bêhempa ji bo derbirrîna hest û rewşên derûnî heye. Mûzîk dikare rasterast rêya dil peyda bike û têkevê; pêwîstiya wê bi navcîtiyê tuneye."
Lêkolîneke nû bi rêya ezmûn û tecrubeyê tiştek peyîtandiye ku gelek ji hezkiriyên mûzîkê pê dizanin; eva ku strîn, jenîn an jî guhdarîkirina li mûzkê dikare kualîteya jiyanê baştir bike.
Venihêrînek li ser 26 lêkolînên pêkhatî li çend welatan di nav da Australya, Brîtanya û Amerîkayê nîşan daye ku mûzîk dikare ji hêla klînîkî anku balînî va bi awayekî berbiçav tenduristiya derûnî xurttir bike.
Ji van 26 lêkolînan, 7ên wan têkildarî mûzîkdermaniyê bûn, 10ên wan li ser bandora guhdarîkirina mûzkê hûr bûn, 8an bandora strînê ceribandin û lêkolînekê jî bandora mûzîka gospel ku mûzîkeke dînî ya taybet û koka wê vedigere kilîseyan vekoland.
Vê lêkolînê ku di kovara "American Medical Association Network Open" da hat weşandin, bi rêya analîza hejmarî ya daneyên standardkirî yên vekolandina çawaniya jiyanê piştrast kir ku mûzîk dikare bi awayekî watedar bibe sebeba baştirbûna jiyanê.
Tiştê balkêş ev e ku bandorên cûreyên têkiliya bi mûzkê ra weke hev bûn; yanî çi beşdarê di lêkolînê da bistirê, çi sazekî bijene û çi guhdariya stran an mûzîkekê bike.
Nivîskarên vê nivîsarê dibêjin, sûd û feydeyên mûzîkê ji bo kualîteya derûnî û morala mirovî, hema bêje bi qasî baştirbûna tenduristiya derûnî di encama werzîşkirin û kêmkirina giraniya leşî ye.
Wan tevî tekeziya li ser vê yekê ku di heyama lêkolînê da 'guherînên kesane yên berbiçav di bin bandora mûzîkê da' hatin dîtin, ragihand ku, hewcetî bi lêkolînên zêdetir ji bo têderxistina ku çi asteke têkiliya bi mûzkê ji bo bikaranîna di senaryoyên taybet ên klînîkî û tenduristiya gelemperî da pêwîst e, heye.