Çile 05, 2022 13:28 Asia/Tehran
  •   Hosteyê ji Meletiyê bi dest û pêçiyên xwe îmameyên wek berhema hunerê çêdike

Tizbiyên ku îmameyên wan bi zîv neqişandîne yên ku li ser destê hosteyê Meletiyî Bulent Komurkara her yek jê dibin berhema hunerê, bo dervayî welêt jî tên firotan.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Tizbiyên ku li Tirkiyeyê nîşaneyeke girîng a bawerî û çandê ne ji bo hinekan amûra zikrê, ji bo hinekên din jî aksesuara hobiyê ye.

Hosteyê tizbiyan Komurkara ku li Yeşilyurta navçeya Meletiyê, odeyeke mala xwe ji xwe ra kiriye atolye, gelek tizbiyên bi îmameyên celeb celebî çêdike. Tizbiyên Komurkara yên ku bi îmameyên zîv neqişandî balê dikişînin, bi qasî ku ji çarheqalê welêt eleqeyê dibînin, ew qasî jî ji dervayî welêt eleqeyê dibînin.

Komurkarayê ku wekî "Bulentê Banaziyî" tê naskirin, diyar kir, meraqa wê ya tizbiyan vedigere salên berê.

Komurkara bal kişand, piştî ku wî, Yusuf Ozgenê ji hosteyên girîng ên tizbiyan ên Tirkiyeyê nas kir, meraqa wî ji bo tizbiyan çêbû. Komurkara diyar kir, wî digel Kenan Alak gav avêt vê qadê ku hunermendê hunera destan a kevneşopî yê Wezareta Çand û Turîzmê yê ji Meletiyê bû.

Komurkara bal kişand ku tizbî ji bo wî evîn e û wî bi salên dûr û dirêj li cem Alak çiraxî kir û xwe fêrî vê hunerê kir û wiha dewam kir:

"Kenan hoste, mûcîdê hunera îmameyê bû. Wî di vê qadê da şax vedabû. Ez jî hewl didim di rê Kenan hoste da dewam bikim. Di vî karî de xeyalkirin pir girîng e. Ez hêza xwe ya xeyalî û dinyaya xwe ya menewî hewl didin bineqişînim ser îmameya zîv. Tu îmameyên ku ez çêdikim naşibin hev."

- Çêkirina îmameyê 8-9 saetan dibîne

Komurkaya diyar kir ku ji bo çêkirina îmameyê kedeke mezin lazim dike û wiha axivî: "Li ser boriyeke 3 milîmî îmameyê çêdikim. Çêkirina vê îmameyê ji yên din dirêjtir dikişîne. Em zîv û amûra tizbiyê îmameyê çêdikin. Çêkirina îmameyê 8-9 saetan dewam dike. Restorasyona libên tizbiyê jî tev bikin dem derdikeve 12 saetan."

Komurkara diyar kir ku ji nav û dervayê welêt eleqeyê nîşanî berhemên wî didin û wiha pê da çû:

"Îmamên ku ez çêdikim ji yên din dirêjtir in lê kîjan lê tê ez wê çêdikim. Bi ya min tizbî û hunera tizbiyê niha di serdema xwe ya zêrîn da ye. Di vê da tesîra medyaya civakî zêde ye. Ji ber ku di destê her kesî da têlefon û înternet heye meriv dikare bi rihetî bigihêje milet. Li her aliyên dinyayê kesên vê hûnerê dizanin eleqeyeke mezin nîşan didin. Ji Almanya, Fransa, Amerîka, Awistiryayê eleqedar hene."

Komurkara destnîşan kir ku hunera îmameya zîvîn zêde nayê zanîn û wiha got: "Hetanî ji destê min tê ez ê hunerê bidomînim û bidim nasîn. Ez ê alaya hosteyê min ê Kenan dabû min hetanî ciyê herî bilind rakim. Hetanî ji destê min tê ez ê vê hunerê pêş bixim. Ji hemû kesên dixwazin vê hîn bibin ra deriyê me her tim vekirî ye. Ji bo domandina vê hunerê dibê hînî nifşên nû bikin."

Komurkara destnîşan kir ku tizbiyên wî ji hezar lireyî hetanî 10 hezar lireyî tên firotin lêbelê li gor amûrên pê hatiye çêkirin biha zêde jî dibe.

Fatîh Gurê ji Bulent Komurkara vê hunerê hîn dibe jî got hema bêje salek e ji hoste perwerdeyê distîne.

Gur gor hedefa wî ew e ku baş hîn bibe û wiha axivî: "Demeke dirêj e perwerdeyê dibînim. Armanca min ew e ku bi teknîka ji hosteyê xwe hîn dibim va berhemên baş çêbikim. Hetanî ji destê min tê ez ê xwe bidin ser vê hunerê."

Serepeyv