Endamê Komîteya Birêvebir a PKK`ê: Baxçelî dibêje qey dê karibe me bixapîne
Endamê Komîteya Birêvebir a PKK`ê di salvegera yekemîn a pêvajoya aştiyê li Tirka de gavên hikûmeta vî welatî rexne kirin û got Dewlet Baxçelî sozên xwe bi cih neanîne.
Dûran Kalkan di hevpeyvînekê de got li Tirkiyê derdorên ku li dijî aştî û demokrasiyê ne hene. Wî got: li vî welatî Kesên ku ji şer, zext û zilmê sûdê werdigirin hene. Yên ku ji xwînê sûdê werdigirin, rantxwar in. Ji bo van ya herî baş şer e.
Kalkan, gotinên Baxçelî yên derbarê pêvajoyê de bi bîr xist û got: Lê belê di eniya hikûmetê de ti guhertin nîne. Wî got nihêrînên taktîkî yên desthilatê pêvajoya aşitiyê li vî welatî lawaz dikin.
Hema ji destpêkê ve hin karzanan pêşbînî kiribûn pêvajoya aşityê wê sere xwe negire û roj bi rojê nakokiyên navbera kurdan û hikûmet Tirka ser vê mijarê girantir dibin