Cotmeh 16, 2025 19:05 Asia/Tehran
  • Zêdetirî 100 welatên endamên Tevgera Qeydnenasan piştgirîya helwesta Îranê li ser mijara vegerandina boykotan dikin

Wezîrê Karên Derve di daxuyaniya dawî ya Civîna Tevgera Qeydnenasan de basa piştgîriya endamên vê tevgerê ji Îranê di mijara Snapbackê de kir û got: Hema bêje hemû endamên Tevgera Qeydnenasan ku ji 100 welatan zêdetir in, piştgirî dan helwesta me.

Seyîd Ebas Iraqçî li kêleka civîna Wezîrên Karên Derve yên Tevgera Qeydnenasan li Kampalayê got: Li ser pêşniyara Îranê, li daxuyaniya dawî ya civînê hin mijar hatin zêdekirin ku ya herî girîng şermezarkirina tund a êrîşên Rejîma Siyonîst û Amerîkayê ser Îranê ye û endamên vê tevgerê hevgirtina xwe bi Komara Îslamî ya Îranê re diyar kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Xalleka din a ku di daxuyaniya civîna Tevgera Qeydnenasan de hatiye û pirr girîn e ragihandina piştgîriya ji Komara Îslamiya Îranê di mijara Snapbeck yan vegerandina boykotên dijî Îranê ye. Ji hêla Tevgera Qeydnenasan ve biryarnameya 2231`ê hîna maye û divê xalên wê û xişteya wê ya demê werin berçavgirtin û anegorî xala wê ya 8`an di dema diyarkirî yanê du yan sê rojên din divê ev biryarname were betalkirin. Eva bi rastî destkevteke mezin ji bo Komara Îslamiya Îranê ye yanî hemû endamên Civîna Qeydnenasan ku zêde ji 100 welat in, piştgîrî dane vê helwêstê.

Serepeyv