Tirkiyê bi awayekî fermî qada xwe ya hewayî ser balafirgeha Silêmaniyê vekir
Piştî ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan re civiya, Enqerê qedexeya li ser geştên asmanî yên bo Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê rakir û qada xwe ya hewayî ji bo balafirgehê vekir.
Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ragihand ku Saziya Hewayî ya Sivîl a Tirkiyê geşt û qada hewayî ya welatê xwe ji bo geştên li Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê asayî kiriye.
Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ji ber vê boneyê pîrozbahî li rêwiyan û welatiyan kir û bang li hemî şîrketên hewayî kir ku bernameyên xwe yên geştê ber bi Tirkiye û welatên din ên Ewropî û cîhanê ve biguherînin. Tirkiyê di 3`ê Nîsana 2023`an de qada xwe ya hewayî ji bo Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê girêdabû. Dema vê qedexeyê di Duşemiyê, 6`ê Cotmeha 2025`an de ji aliyê Tirkiyê ve hate dirêjkirin.