Cotmeh 16, 2025 19:02 Asia/Tehran
  • Serokomarê Îranê: Bi beşdariya xelkê di hemû waran de dijmin nikare derb; li me bide

Serokomarê Îranê got: Bi beşdarî û bereketa hebûna xelkê di hemû waran de em dikarin pêş bikevin û idî dijmin nikare derbê li welêt bixe.

Serokomarê Îranê di mêhricana Xêrxwazên Dibistançêker ên Îsfehanê de got: Hêviya dijmin eva ye ku Îran lawaz bûye û dikare derbê lê bide, di halekî da ku bi hevkariya xelkê di hemû waran de idî dijmin nikare derbê li welêt bixe.

Mesûd Pizişkiyan herwiha got: Divê dijmin bizanibin ku dema gel bi hev re be ti hêzek nikare derbê lêde û baştirkirina kêmasiyan bi zanist û zanebûnê pêkan e û xelk û yekbûn, bingehên pêşketinê ne.

Serokomar herwiha got: Kesên ku mûşek û enerjiya navokî berhem anîn, ew zarok bûn ku ji rêya bişkivîn û pêşketinê hatin û ji bo ku mirov bikaribe, pêwîst e ev moral û fikir di zarokên me de pêk were û çêkirina dibistanan cihê sereke û meydanek e ku em dixwezin zarokên me têde mezin bibin.

Pizişkiyan got: Eger em hemû destê xwe bidin hev, dijmin di xewna şevê de jî nabîne ku me têk bide.

Serepeyv