Bêvila çêkirî ku dikare ji mêweyên xirabûyî heta Nexweşiya Penceşêrê diyar bike
Vê dawiyê bêvileke çêkirî hatiye dîzaynkirin ku dikare mêwe û xwarina ku xira dibe bi lez diyar bike; di vê teknolojiyê da Oksîda Grafênê hatiye bikaranîn.
Li gorî nûçeya ISNAyê, 'Michael Cheffena' ji lêkolerêîn vê projeyê li Zanîngeha Zanist û Pêşesaziyê ya Norwêjê (NTNU) dibêje, em bi hin teknolojiyan hatine dorpêçkirin ku bi antênê têkiliya wan bi hev ra heye. Lê ev teknolojî dikare ji bo xebatên girîngtir ji têkilîdanînê. Ev hîsker dikare di binesaziyên heyî ji bo karayîyên nû were bikaranîn. Warên bikaranîna vê berhemê gelekî balê dikişînin. Bi gotina wî, beriya niha hewl ji bo çêkirina bêvila elektronîkî hatiye dayîn, lê gelek pirsgirêk di berhemên raberkirî da hebûne.
Bêvilên elektronîkî dikarin çend hîskerên wan hebin ku her yek bi madeyên ciyawaz hatine nixûmandin. Ev yek dibe sebeb ku sûdwergirtina ji wan gelekî berfireh be. Her çend ku çêkirina bêvilên elektronîkî yên cîhazkirî bi sedan hîskeran ji hêla aborî va gelekî biha ye û gelek made jê ra pêwîst dikin. Ev di rewşekê da ye ku hîskera ku vê koma lêkolînî çê kiriye, ji madeyekê sûd werdigire ku gelekî erzan e. Di rastiyê da ev hîsker li dewsa çend sed hîskeran, tenê hîskerekê bi kar tîne.
'Yu Dang' lêkolerê doktorayê li NTNU'yê encamên vê projeyê li nivîsarekê di Kovara 'Sensors and Actuators B' da weşandiye.
Ew dibêje, hîskera wan gazên cûrbicûr ku li ser wê hatine testkirijn, bi diqeteke sedî 96.7 diyar dike. Ev encamek e ku ne tenê weke xebata bêvilên elektronîkî yên herî baş heta roja îro ye, belkî di hin babetan da heta ji wan baştir dixebite.