Piştkutana Fransayê bi Enêrjiya Navokî û pirsgirêka tijîbûna zibildankên atomî
Kompaniya Orano’yê ya ser bi dewleta Fransayê ragihand ku ev welata ku sedî 70 ji enêrjiya xwe ji beşa navokî dabîn dike, tûşî xetera tijîbûna navendên komkirina zibil û bermahîkên atomî heta dawiya vê dehsaliya mîladî ye.
Li gorî rapora IRNA’yê ya roja Înîyê, Hewzên hênikkirina ardûyê li binkeyên navokî yên bajarê La Haye’ê li bakurê rojavayê Fransayê dibe ku heta vê dehsaliya mîladî tijî bibin û Kompaniya Oranoyê ya ser bi dewleta vî welatî ku rêveberiya van binkeyan di ustiyê wê da ye ragihand, Dewlet divê herî pirr heta sala 2025an stratejiyeke demdirêj ji bo nûkirina binkeyên xwe yên qedîmî peyda bike.
“Emmmanuel Macron” serokkomarê Fransayê ku qala bernameya xwe ji bo çêkirina herî kêm 6 reaktorên nû heta dawiya sala 2050î kiriye, roja Înîyê serokatiya yekem civîn ji rêzecivînên têkildarî siyasetên navokî li ser mijara sermayeguzarî û jinûva-bikaranîna zibilan kir.
Ji dema damezirandina Binkeya La Haye’ê di sala 1976an da heta niha nêzikî 40 hezar ton madeyên radyo-ektîv hatiye dawerivandin û beşeke din bo ardûya navokî hatiye veguherandin ku careke din dikare were bikaranîn.
Ji aliyê din va, li gorî ragihandina Kompaniya Ceryanê ya Fransayê (EDF: Electricité de France) ku 56 rekatorên Fransayê bi rê va dibe, çar hewzikên hênikker ên heyî ji bo mîleyên ardûyê hatine dagirtin û ev navend di dawiya sala 2030î da tijî dibin.
Hevdem, Ajansa Neteweyî ya Fransayê vê dawiyê bi armanca rêveberiya bermahîk û zibilên navokî, daxwaza pejirandina projeyekê ji bo hilgirtina dayîmî ya zibilên radyo-ektîk ên asta bilind kir. Li gorî vê planê, zibilên navokî li rojhilatê Fransayê di kûrahiya 500 mitrî ya erdê û li nav formasyoneke ji axê tên bicihkirin.
Uraniyûm pêştir ji bo zengînkirin û meyandina dubare bo Rûsyê dihat şandin û ji bo bikaranînê li hin rekatorên Kompaniya EDF’ê li Fransayê dihat vegerandin; lê dêwa ceryanê li Fransayê yanî EDF’ê sala 2013an û piştî ku lêçûnên vî karî gelekî zêde bûn, ev kar rawestand.