Tebax 23, 2025 18:46 Asia/Tehran
  • Hamas: Rêketina berfireh pêkan e/Netanyahu biqest astengan derdixe

Endamê payebilind ê tevgera Hamasê got ku ev tevgera jibo îmzekirina rêketina giştalî amade ye ku di encamê da girtiyên filistînî û siyonîst bên azadkirin, lê Serokwezîrê rejîma dagirker enqest li ser rêya muzakiran berbendan derdixe.

Mehmûd Merdevî ragihand ku Binyamîn Netanyahu rasterast bersiva pêşniyara ku ji hêla navbeynkaran u Amerîkayê ve hatibû hilêxistin neda  belku wî bona derbaskirina demê tiştên berovajî gotin.

Wî got ku Hamasê bê şert  pêşniyarên navbeynkarên mînanî Misir û Qeterê  bi piştgiriya Amerîkayê qebûl kiriye lê Netanyahu desteya muzakirê neşandiye û siyaseta paşdexistin û xapandinê didomîne.

Vî endamê Hamasê tekez kir ku ev tevgera her plana ku dibe sedema bidawîbûna şêr, serbestberdana girtiyên her du aliyan, garantîkirina derbaskirina alîkariya mirovî û ji nû ve avakirinê bi nêrîna tam filistînî, qebûl dike.

Serepeyv