Cotmeh 05, 2021 15:39 Asia/Tehran
  • Bijîşkekî Rûsî: Ta 3 rojan piştî Lêdana vaksîna Koronayê diqewme cigare bibe sebebê kirîza dil

Bijîşkekî Rûsî hişyarî da wan kesên ku vaksîna vîrusa koronayê li xwe didin û daxwaz ji wan dike ji cigare kêşanê dûr bikevin.

Li gor nûçeya Sputnik a Rûsî,bijîşk Lyodmîla Laba ragehandiye: ‘’Cigare kêşan di sê rojên piştî wergirtina perpûna vîrusa koronayê, dibe ku bibe sedemê krîza dil û bandoreke xirab li ser bedena wî kesî bike.’’

Lyodmîla Laba got: ‘’Cigare xwîna mirov tîr dike û nabe ew kesê ku vaksîna koronayê li xwe dide di 3 rojên piştî wergirtina perpûnê(vaksînê) cigarê bikêşin û ya baş dermanê dijî tîrbûna xwînê jî wergirin.’’

Derveyî kêşana cigarê jî, li gor wê bijîşka Rûsî vexwarina alkolê jî piştî wergirtina derziya vîrusa koronayê dibin sedemê tîrbûna xwînê û metirsiyê ji mirov re çê dike.

Serepeyv