-
Wezîrê Karên Derve yê Îranê berê xwe da Sûriyê
Adar 09, 2023 07:46Wezîrê Karên Derve yê Îranê berê xwe da Sûriyê.
-
Çalakkirina Komîsyona Hevpar a Aborî; mêhwera muzakireyên Îran û Tirkîyê
Adar 08, 2023 14:17Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkîyê derbara çalakkirina Komîsyona Hevpar a Aborî, hêsankirina tranzîtê, enerjî û bazarên ser sînoran da rawêjkarî kirin.
-
Kenanî: Alman divê ji ber karnameya xwe ya sedema şermê ya berê himberî gelên Îran û Iraqê dawa lêborînê bike
Adar 08, 2023 14:14Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê gotinên Wezîra Karên Derve ya Almanê yên dijî Îranê li Bexdayê şermezar kir û got: Wezîra Karên Derve ya Almanê divê berî her tiştî ji ber karnameya hikûmeta vî welatî ya sedema şermê ya berê himberî gelên Îran û Iraqê lêborînê bixwaze.
-
Li Spanyayê Webînara ronkirina destkeftên Înqilaba Îslamî ya Îranê di warê jinan da hat lidarxistin
Adar 08, 2023 13:15Webînara “Ronkirina Destkeftên Înqilaba Îslamî ya Îranê di warê jinan da û rexneyek li femînîzma rojavayî” bi hewla Şêwirmendiya Çandî ya Komara Îslamî ya Îranê li Spanyayê û bi boneya 8ê Adarê, “Roja Jinan a Navneteweyî” hat lidarxistin.
-
Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Enqereyê bi hevpîşeyê xwe yê tirkiyeyî ra hevdîtin pêk anî
Adar 08, 2023 11:55Wezîrê Karên Derve yê Îranê û hevpîşeyê xwe yê tirkiyeyî li Enqereyê hevdîtin pêk anîn.
-
Îranê êrişa Rejîma Sîyonîst ser balafirgeha Helebê şermezar kir
Adar 07, 2023 13:04Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî êrişa destdirêjkerane û derveyî mirovantîyê ya Rejîma Sîyonîst ku vê berbangê di çarçova wê da êrişî balafirgeha navnetewî ya Helebê kir, şermezar kir û ji sazîyên berpirs ên navnetewî xwest ku ji bo sekinandina cinayetên vê rejîmê pêngaveke demlidest û kêrhatî rakin.
-
Emîr- Ebdullahîyan: Em dê maseya muzakireyê neterikînin
Adar 07, 2023 12:23Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Komara Islamî ya Îranê helwest û rêya xwe di dîplomasî û muzakirê da naguhere û em bi parastina berjewendîyên netewî hewlên ji bo serhevda-dayîna muzakireyan didomînin.
-
Îran dikare mûşekên Balestîk ên bi birra 1500 kîlometrî berhem bîne
Adar 07, 2023 08:22Serokerkanê Hêzên Çekdar ê Îranê got: Komara Islamî ya Îranê gihîştîye wê astê ku mûşekên Balestîk ên dikarin armancên li ser avê yên gerrok ji nav bibin, berhem bîne.
-
Îranê ji ber helwesta sîyasî ya himberî dosîya kîmyewî ya Sûrîyê rexne kir
Adar 07, 2023 08:13Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê li NY got: Helwesta sîyasî ya himberî dosîya Sûrîyê istiratejîyeke têkçûyî ye ku çareserkirina meseleyan dixe ber xeterê.
-
“Îran yê pêbendî rêya dîplomasiyê be”
Adar 06, 2023 15:16Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê yê pêbendî rêya dîplomasiyê bûye û yê pêbendî vê rêyê jî bimîne û got: “Îran çav li rê ye ku demajoya civîna Konseya Biryarderan a Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) di pêvajoya xwe ya teknîkî de bi pêş de here.”