Îran dikare mûşekên Balestîk ên bi birra 1500 kîlometrî berhem bîne
Serokerkanê Hêzên Çekdar ê Îranê got: Komara Islamî ya Îranê gihîştîye wê astê ku mûşekên Balestîk ên dikarin armancên li ser avê yên gerrok ji nav bibin, berhem bîne.
Serokerkanê Hêzên Çekdar ê Îranê Serdar Serleşkerê Pasdar Mihemed Baqirî herwiha got: Mûşekên Balestîk ên dikarin belemên cengê û armancên seravî yên gerrok ji nav bibin, bi awayekî serkevtî hatin ceribandin û berhemanîna berfire ya wan cure mûşekana dest pê bûye.
Serokerkanê Hêzên Çekdar ê Îranê herwiha got: Komara Islamî ya Îranê bi berhemanîna mûşekên Balestîk ên dikarin belemên cengê û armancên seravî yên gerrok ji nav bibin, di rêza wan 3 welatan da cî girt ku zanista çêkirina wan cure mûşekana hene.
WÎ got: Birra vê cura mûşekên Balestîk 1500 kîlometr e û bi saya wan dê ewlehîyeke berbiçav li deryayên derdora Îranê pêk were û herwiha ji vir pê va dê papor û gemî û belemên cengê yên destdirêjker nekaribin li 1500 kîlometrîya perravên Îranê di nava ewlehîyê da bin.