Îranê ji ber helwesta sîyasî ya himberî dosîya kîmyewî ya Sûrîyê rexne kir
Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê li NY got: Helwesta sîyasî ya himberî dosîya Sûrîyê istiratejîyeke têkçûyî ye ku çareserkirina meseleyan dixe ber xeterê.
Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê li NY Emîr- Seîd Îrewanî got: Îran piştgirîyê dide gotûbêja avaker di navbera Sûrîyê û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî di asta herî bilind da, ku meseleyên mayî di demajoyeke kivş da bên çareserkirn û di dawîyê da dosîye bên girêdanê.
Îrewanî pêgirî kir ku divê lêkolîn bi awayekî bêalî, pirofişinal û tam li gorî pêwîstî û demajoyên konvansyonê bên encamdan û got: Lidarxistina civînê ya mehê carekê têkildarî dosîya kîmyewî ya Sûrîyê, tevî neqewimîna alûgureke nû, ku hin endamên Konseya Emnî idia û angaştên berê dijî Sûrîyê dubare dikin, tenê dem û imkanên NY û Konseya Emnî ya vê rêxistinê berbad dike.
Civîna Konseya Emnî ya NY têkildarî dosîya kîmyewî ya Sûrîyê mehê carekê tê lidarxistin, lê hin welat hez nakin ew mehê carekê bê lidarxistin.