Emîr- Ebdullahîyan: Em dê maseya muzakireyê neterikînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339979-emîr_ebdullahîyan_em_dê_maseya_muzakireyê_neterikînin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Komara Islamî ya Îranê helwest û rêya xwe di dîplomasî û muzakirê da naguhere û em bi parastina berjewendîyên netewî hewlên ji bo serhevda-dayîna muzakireyan didomînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 07, 2023 12:23 Asia/Tehran
  • Emîr- Ebdullahîyan: Em dê maseya muzakireyê neterikînin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Komara Islamî ya Îranê helwest û rêya xwe di dîplomasî û muzakirê da naguhere û em bi parastina berjewendîyên netewî hewlên ji bo serhevda-dayîna muzakireyan didomînin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emî -Emîrebdullahîyan îro li Têhranê, pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê helwest û rêya xwe di dîplomasî û muzakirê da naguhere û dê maseya muzakireyê jî neterikîne. 

Wî herwiha got: Me ji alîyên rojavayî û amerîkî ra bi aşkirayî gotîye ku berçavgirtina xetên sor, dabînkirina berjewendîyên netewî û di eynî demê da lihevkirina ku hemî alî pabendbûna xwe himber wê nîşan bidin, di destûrkara ciddî ya Îranê da ne.

Emîr- Ebdullahîyan got: Em ji mijara Filistînê û berxwedanê nayên xwarê; jin û zarokên aware yên Ukrayn, Efganistan, Yemen û Filistînê derdê hevpar ê me ne û em dijî şêrr in û di şerê Ukraynê da jî alîkarîya ti alîyekî nakin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku li gorî bawerîya me hemî pirsgirêkên herêmê û kêşe ne bi şêrr ku rêyeke şaş û kêrnehatî ye, belkî bi muzakire û liyhevkirinê dikarin bên çareserkirin û em hêvîdar in ku navçe û cîhan tijî aştî, ewlehî û pêşketin be.