-
Qerîabadî: Tengerêya Hormizê di bin fermana Îranê de pênase dibe ne Sentkamê
Tîrmeh 02, 2026 13:45Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê di beşa karûbarên hiqûq û navneteweyî de di twîtekê de nivîsî: Tengerêya Hormizê di bin fermana Îranê de pênase dibe ne Sentkamê.
-
Tîma 5 kesî ya Koma terorîstî ya Demokrat hatin têkbirin
Tîrmeh 02, 2026 17:05Tîma 5 kesî ya koma hilweşyayî ya Demokrat di bilindahiyên sînorî yên bajarê Pîranşarê ket davika têkoşerên biryargeha Hemze û tam hat jinavbirin.
-
Serleşker Ebdullahî: Dijminên Îrana bihêz bila xwe ji her cure hesabên şaş dûr bixin
Tîrmeh 02, 2026 17:02Ferandeyê Biryargeha Navendî ya Xatem Ul-Enbiya(s) ya Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de bi boneya merasima oxirkirina rêberê têkoşer ê şehîd ê Şoreşa Îslamî got: Em hişyariyê didin dijminên Îrana bihêz û hevdestên wan ên li navçê û li dervey navçê ku bila dev ji her cure hesabên şaş berdin û di her gef û destdirêjiyekê de li bertekên tund û poşmanker ên ewladên gelê Îranê di nav hêzên çekdar bifkirin.
-
Beşdariya serokên 40 welatan di rê û risma ogirkirina meytê rêberê şehîd ê Şoreşê
Tîrmeh 01, 2026 14:30Berdevkê rê û risma xatirxwestin û oxirkirina rêberê şehîd ê Şoreşê got: Rayedarên payebilind û serokên welatên curbicur ji nêzî 40 welatan di vê rê û rismê de beşdar dibin û bi beşdariya xwe dê rêzê li cîgeha bilind ê rêberê şehîd bigirin.
-
Bersiva Iraqê li axiftinên wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst li bara Îranê
Tîrmeh 01, 2026 12:10Seyîd Ebas Iraqçî, Wezîrê karên derve yê Îranê di X`ê de nivîsî: Her gefa dijî gel û rêberê me wê rastî bersiveke demlidest û bihêz ve were.
-
Dayîna hikmên dadweriyê jibo hin endamên komên terorîstî yên kurd
Hezîran 30, 2026 15:59Jibo hejmarek rayedar û endamên komên terorîst ên PJAK, Demokrat, Komele û PAK ê piştî şopandnên dadwerî û tomarkirina şikata gilîkerên taybet, hikmên dadweriyê, fermana sor û awarte ya Înterpolê û daxwaza radestkirina wan hatiye dayîn.
-
Biryargeha Hemze: Komeke dijber û cudayîxwaz li bakurê rojava hat têkbirin
Hezîran 30, 2026 13:59Biryargeha Hemze Seyd Ul-Şuheda ya Hêzên Bejayî yên Sipaha Pasdaran derbarê hilweşandina komeke cudayîxwaz li bilindahiyên di navbera Mehabad û Pîranşarê agahî da.
-
Beqayî: Guherîna hikûmetan bandorê li peywendiyên baş ên Îran û Iraqê nake
Hezîran 30, 2026 11:59Berdevkê Wezareta karên Derve , rêz libîranîna qurbaniyên 7 Tîrê girt û got: Em ji hemû aliyên ku bi awayên cûrbecûr alîkariya rejîma Sedam kirine, bi taybetî ji Almanya, daxwaza rastî û edaletê dikin.
-
Kazim Xerîbabadî: Birêveçûna yekemîn civîna hevpar a Hurmizê li Mesqetê
Hezîran 29, 2026 13:32Kazim Xerîbabadî, alîkarê beşa hiqûqî û navnetewî yê Wezareta karên derve di peyamekî di tora civakî de li ser sefera xwe ya bo Mesqetê nivîsî: Di sefera bo Mesqetê de yekemîn Civîna Hevpar a Hurmizê bi Ebdulezîz Henayî, wezîrê şêwirmend di Wezareta Karên Derve ya Umanê de hate lidarxistin.
-
Rêberê mezin ê Şoreşê: Saziya Dadweriyê xwedî cîgeheke kêmmînak ji bo çaksaziya karûbaran e
Hezîran 28, 2026 18:16Rêberê mezin ê Şoreşê di peyamekê da bi boneya Hefteya Saziya Dadweriyê, ev sazî wek cîgeheke kêmmînak û bêbedêl ji bo çaksazî û baştirkirina pêvajoya karûbaran û meşandina beşên din ên pergalê zanî û ser pêwîstiya dewama pêvajoya çaksazî û nûvekirinê li hundirê Saziya Dadweriyê pêgirî kir.