Tîma 5 kesî ya Koma terorîstî ya Demokrat hatin têkbirin
Tîma 5 kesî ya koma hilweşyayî ya Demokrat di bilindahiyên sînorî yên bajarê Pîranşarê ket davika têkoşerên biryargeha Hemze û tam hat jinavbirin.
Biryargeha Hemze Seyd Ul-Şuheda ya Hêza Bejahî ragihand: Du bi dû ketina komeke têkçûyî ya Demokrat nav sînorên bakur rojava welêt jibo pêkanîna kiryarên xirabkarane û terorîstî bi hewildana îtilataî ya serbazên bê nav û nîşan ên Îmam Zeman li parêzgeha Azerbaycana Rojava û piştgiriya têkoeşrên biryargeha Hemze Seyd Ul-Şuheda(s) Hêza Bejahî ya Sipahê, ev şerût kestin davika têkoşerên biryargeha Hemze û tam hatin jinavbirin.
Di encama vê pevçûnê de koma pênc kesî tam hat têkbirin û cenaze û çek û rextên wan ketin destê têkoşerên Îslamê.
Biryargeha Hemze Seyd Ul-Şuheda ya Hêza Bejahî ya Sipahê tevî hişyariya dubare ji endamên cudayîxwaz û terorîst re radighîne ku her cure kiryara jibo bêewlehkirina sînorên bakur rojava dê rastî bersiva cidî û poşmanker were.