Biryargeha Hemze: Komeke dijber û cudayîxwaz li bakurê rojava hat têkbirin
Hezîran 30, 2026 13:59 Asia/Tehran
Biryargeha Hemze Seyd Ul-Şuheda ya Hêzên Bejayî yên Sipaha Pasdaran derbarê hilweşandina komeke cudayîxwaz li bilindahiyên di navbera Mehabad û Pîranşarê agahî da.
Biryargeha Hemze Seyd Ul-Şuheda ragihand ku bi şopandina îtileatî, terorîst ketin davika Hêzên Bejayî yên Sipahê û bi dû pevçûna li bilindahiyên bajarên Mehabad û Pîranşarê û bi piştgiriya amûrên şêr, koma wan a 6 kesî hat hat têkbirin
.Di daxûyaniya Biryargeha Biryargeha Hemze Seyd Ul-Şuheda de hatiye ku termên 4 şerûtan bi çekên wan ketiye destê têkoşerên Îslamê. Biryargeha Hemze Seyd Ul-Şuheda hişyarî daye endamên cudayîxwaz û terorîst ku her kiryarek jibo bêewlehkirina sînorên bakurê rojava dê rastî bersiva cidî û poşmanker were.