Kazim Xerîbabadî: Birêveçûna yekemîn civîna hevpar a Hurmizê li Mesqetê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358670-kazim_xerîbabadî_birêveçûna_yekemîn_civîna_hevpar_a_hurmizê_li_mesqetê
Kazim Xerîbabadî, alîkarê beşa hiqûqî û navnetewî yê Wezareta karên derve di peyamekî di tora civakî de li ser sefera xwe ya bo Mesqetê nivîsî: Di sefera bo Mesqetê de yekemîn Civîna Hevpar a Hurmizê bi Ebdulezîz Henayî, wezîrê şêwirmend di Wezareta Karên Derve ya Umanê de hate lidarxistin.
(last modified 2026-06-29T14:03:17+00:00 )
Hezîran 29, 2026 13:32 Asia/Tehran
  • Kazim Xerîbabadî: Birêveçûna yekemîn civîna hevpar a Hurmizê li Mesqetê

Kazim Xerîbabadî, alîkarê beşa hiqûqî û navnetewî yê Wezareta karên derve di peyamekî di tora civakî de li ser sefera xwe ya bo Mesqetê nivîsî: Di sefera bo Mesqetê de yekemîn Civîna Hevpar a Hurmizê bi Ebdulezîz Henayî, wezîrê şêwirmend di Wezareta Karên Derve ya Umanê de hate lidarxistin.

Ji bilî pêdaçûna li ser mijarên niha yên têkildarî Tengava Hurmizê, em li ser birêvebirina dahatiya Tengavê di çarçoveya xala 5`an a lêktêgeheştina Îslamabadê û mafên desthilatdariyê yên hikûmetên li perravan şêwirîn.

Kazim Xerîbabadî, muzakirekerê payebilind ê Komara Îslamiya Îranê, wek bersiva li hember pirsa nûçegihanan li  ser muzakireyên komxebatan di çarçoveya lêktêgeheştina bidawîanîna şerrê sepandî, got: Lidarxistina civînên teknîkî yên komxebatan ji bo vê heftiyê nehatine pilandarêştin.

Xerîbabadî destnîşan kir: Her çend şêwirînên bi Qeterê re ji wan li ser şopandina cihanîna sozên aliyê din, anegorî pêvajoyê pêk tên lê eva ku hin medya ragihandine ku gotûbêjên teknîkî yên komxebatan wê li Dohê were lidarxistin, nayê piştrastkirin.

Xerîbabadî herwiha got: Dewra yekem a gotûbêjên teknîkî di çarçoveya komxebatên ku hatine kivşkirin, dê bi pêkhatina şert û mercan û piştî lihevkirina li ser dem û cihê wê were lidarxistin û şêwirînên di vî warî de ji aliyê welatên navbeynkar ve berdewam in.