Pizişkiyan: Xweragiriya aborî bêyî ewlehî, dê mayinde nebe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360282-pizişkiyan_xweragiriya_aborî_bêyî_ewlehî_dê_mayinde_nebe
Serokomarê Îranê bi tekeziya li ser pêwîstiya cîhaneke hevsengtir û berfirehtir got: Îro BRICS ne tenê çarçoveyek ji bo hevkariya di navbera çend aboriyên nûderketî de ye, belke nîşana daxwaza zêde ya cîhanekê ye ku tê de mafê ti navendeke hêzê tune ku çarenûsa yên din diyar bike.
(last modified 2026-09-13T14:49:03+00:00 )
Îlon 13, 2026 18:18 Asia/Tehran
  • Pizişkiyan: Xweragiriya aborî bêyî ewlehî, dê mayinde nebe

Serokomarê Îranê bi tekeziya li ser pêwîstiya cîhaneke hevsengtir û berfirehtir got: Îro BRICS ne tenê çarçoveyek ji bo hevkariya di navbera çend aboriyên nûderketî de ye, belke nîşana daxwaza zêde ya cîhanekê ye ku tê de mafê ti navendeke hêzê tune ku çarenûsa yên din diyar bike.

Mesûd Pizişkiyan, Serokomarê Îranê, di 18`emîn Civîna BRICS Plus de, behsa mijara vê civînê, ango Berxwedan, Hevkarî û Berdewamîiyê kir û got: Ti welatek bi tena serê xwe nikare pirsgirêkên cîhana îro çareser bike û divê BRICS kapasîteyên belavbûyî yên welatên di halê pêşketinê veguherîne kapasîteyên hevpar.

 Serokomarê Îranê girêdayîbûna zêde ya bi pergalên darayî û bazirganiyê yên sînorkirî wekî sedemek ji bo lawazbûna aboriyan li hember zextên siyasî nirxand û daxwaza pêşxistina bazirganiya bi diravên neteweyî û xurtkirina Banka Pêşkeftinê ya Nû ya BRICS`ê kir. Pizişkiyan herwiha li ser pêşketinên herêmî axivî, tekezî li ser girêdana di navbera ewlehî û berxwedana aborî de kir û rexne li êrîşa leşkerî ya Amerîkayê û Rejîma Siyonîst a li dijî Komara Îslamî ya Îranê kir. Wî tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya civaka navneteweyî ji sivîlan û pêşîgirtina li hedefgirtina binesaziyên sivîl kir.
Wî herwiha behsa rewşa li Xezzze û Libnanê kir û daxwaza roleke bibandortir a BRICS`ê di parastina serweriya neteweyî, yekparçeyiya axê û qedexekirina bikaranîna hêzê kir. Serokomar di berdewamiya axaftina xwe de kapasîteyên jeopolîtîk, enerjî û tiransîtê yên Komara Îslamî ya Îranê wekî bingehek ji bo pêşxistina rêyên bazirganî û enerjiyê di navbera endamên BRICS`ê de nirxand. Serokomarê Îranê tekez kir: Berxwedan bêyî hevkariyê nikare domdar be, hevkarî bêyî edaletê nikare domdar be û domdarî bêyî aştî û ewlehiyê ne mimkun e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Li gel van sê stûnan, ango berxwedan, hevkarî û domdarî, zanist û xuliqkarî jî faktorek diyarker in. Divê BRICS piştrast bike ku hişê çêkirî û teknolojiyên nû nebin amûrên serdestiyê, lê bibin amûrek ji bo bihêzkirina neteweyan.