Iraqçî: Muzakire baş li pêş ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358542-iraqçî_muzakire_baş_li_pêş_ketin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku gerra sêyem a muzakireyên nerasterast ên navokî u rakirina boykotan di navbera Îran u Amerîkayê da baş li pêş ket.
(last modified 2026-02-27T10:23:41+00:00 )
Sibat 27, 2026 09:27 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Muzakire baş li pêş ketin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku gerra sêyem a muzakireyên nerasterast ên navokî u rakirina boykotan di navbera Îran u Amerîkayê da baş li pêş ket.

Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştî bidawîhatina gerra sêyem a muzakireyên navokî u rakirina boykotên dijî Têhranê ku bi awayekî nerasterast di navbera Îran u Amerîkayê da hat lidarxistin, got: Ev gerra muzakireyan, yek ji muzakireyên herî ciddî bûye ku heta vê gavê bi alîyê amerîkî ra pêk hatîye û pêşketinên baş di vî warî da pêk hatine.

Iraqçî di vê gerra muzakireyan da di warên rakirina boykotan u meseleyên navokî da rawêjkarîyên erênî hatin kirin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwha amajeyî beşdarbûna Rafael Girosî Ser-rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) di vê gerra muzakireyan da kir u got ku amadebûna Girosî di hêla berulayên teknîkî da kêrhatî bû.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku her du alî di hin meseleyan da gellekî nêzîkî hev bûne û di hin mijaran da jî hela nakokî heye u dîyar kir renge jibo lihevkirinekê zêdetir ji berê muzakireyeek ciddî hatîye kirin ku ev yeka dîyar bû. Iraqçî di dewamê da got ku biryar e tîmên teknîkê hilkolandina babetên teknîkî ji roja duşemê va li avahîya Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê dest pê bikin ta ku em çarçoveke gunav kivş bikin. 

Gerra sêyem a muzakireyên Îran u Amerîkayê bi navbeynkarîya Wezîrê Karên Derve yê Ummanê li Jênêvê ji sibeya pêncşemê va dest pê bû û piştî nêzî 6 saetan ku du caran; carekê danê sibê u carekê jî danê êvarê hat lidarxistin, bi dawî hat.