Sefera serokkomarê Îranê ya New Yorkê bo beşdarbûna di civîna NY da
Îlon 23, 2025 21:27 Asia/Tehran
Serokê Komara Îslmaî ya Îranê vê sibê ji bo beşdarbûna di 80emîn civîna Civata Giştî ya NY de ber bi New Yorkê ve çû.
Mesûd Pizişkiyan berî ku here New Yorkê, got: Civata Giştî ya NY derfeteke pir baş e ku rayedarên hemû welatan nêrîn û helwestên xwe hilêdixin. Em ê jî di vê çarçoveyê de, li gorî bawerî û prensîbên xwe, nêrînên gelê Îranê bi zelalî hilêxin. Pizişkiyan dilnigeraniya xwe ya kûr ji ber rewşa mirovî li Xezzeyê anî zimîn û got: Gellekî diltezîn e ku zarok li vê axê ji birsîya û nebûna dermanan jiyana xwe ji dest didin, di halekî de ku bombebaran berdewam dikin û hêzên ku îdîaya şaristanî, demokrasî û mafên mirovan dikin eşkere piştgiriyê didin rejîma dagirker.