Îran dixwaze bi awayekî nerasterast bi Amerîkayê ra muzakirê bike
Wezîrê Karên Derve yê Îranê careka din derbara muzkireya tev Amerîkayê da got: Em hazir in ku di berdêla rakirina boykotan da bo awayekî nerasterast tev Amerîkayê muzakirê bikin.
Ebbas Iraqçî got ku Îranê anegorî naverok û lewza Trump Serokomarê Amerîkayê, bersiva nama wî daye û di eynî demê da derfeta sûdwergirtina ji dîplomasîyê jî di wê bersivê da hatîye parastin.
Iraqçî got ku muzakireya rasterast tev Amerîkayê ku bi awayekî berdewam gefa bikaranîna zorê dike, nayê qebûlkirin, lê Îran hela jî pabendê dîplomasîyê ye û amade ye ku muzakireya bi awayê nerasterast biceribîne.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê careka din pêgirî kir ku esasa bernama navokî ya Îranê biaştî ye û Têhran di eynî demê da pabendê dîplomasî û gotûbêjê ye û ji bo her pêşhateke ihtimalî hazir e û di parastina serwerîya xwe da cîddî ye.