Peyama Newrozî ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i347197-peyama_newrozî_ya_rêberê_mezin_ê_Înqilaba_Îslamî
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyama xwe ya pîrozbahiya Sala Nû û Cejna Newrozê, sala 1403an wek Sala "Pêşketin û Geşepêdana Berhemanînê bi Beşdariya Gel" bi nav kir.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Adar 21, 2024 13:33 Asia/Tehran
  • Peyama Newrozî ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyama xwe ya pîrozbahiya Sala Nû û Cejna Newrozê, sala 1403an wek Sala "Pêşketin û Geşepêdana Berhemanînê bi Beşdariya Gel" bi nav kir.

Hezretê Ayetullah bXamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di peyamekê da bi boneya destpêbûna Sala 1403an a Koça Hetawî tevî pîrozkirina Cejna Newrozê li gelê Îranê bi taybet malbatên îsargeran û hemî gelên ku rêz li Newrozê digirin, Sala Nû wek Sala "Pêşketin û Geşepêdana Berhemanînê bi Beşdariya Gel" bi nav kir.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî rêzgirtina li şehîdan û îmamê şehîdan û hêvîdariya behrewergirtina gelê Îranê ji du biharên xweza û manewiyetê, kurteawirek li şîrînî û tehliyên sala 1402an kir û got: Ji şîrînî û nûçeyên xweş ên sala bihurî, pêşketinên berbiçav ên zanistî û teknolojîkî, berhemên jêrbinayî, beşdariya hemasî ya gel di kombûnên cûrbicûr nemaze Roja Qudsê û roja 22ê Behmenê, lidarxistina ewleh û saxlem a hilbijartina meha Îsfendê û tevgerên navneteweyî yên hikûmetê di warên cûrbicûr ên aborî û siyasî bûn.