Mijdar 12, 2023 16:56 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Bi hewldana welatên Îslamî cinayetên cengê yên Rejîma Siyonîst tên rawestandin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Eger serokên welatên îslamî, sekreterên giştî yên Saziya Hevkariya Îslamî û Yekitîya Ereban hewldana pêwîst bikin, cinayetên cengê yên Rejîma Siyonîst dijî gelê Filistînê li Zîvala Xezeyê dê werin rawestandin.

Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Di daxuyaniya dawiyê ya Komcivînê ji Dozgerê Dîwana Navneteweyî ya Sizayê ji bo destpêkirina lêkolînan daxwaz hatiye ki9rin; her wiha sekinîna li hemberî koçandina bi neçarî ji mijarên din ên hilêxistî di vê daxuyaniyê da bû.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Gerçî ku Komcivîna Serokên Saziya Hevkariya Îslamî dereng hat lidarxistin, lê eger serokên welatên îslamî û Sekreterên Gitşî yên Saziya Hevkariya Îslamî û Yekitiya Ereban hewldana pêwîst pêk bînin, dê cinayetên cengê yên Rejîma Siyonîst dijî gelê Filistînê li Zîvala Xezeyê werin rawestandin.

Serepeyv