Adar 28, 2021 23:41 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî qebûl kir ku cezayên hejmarek mehkûmên dadgehan were bexşandin an jî kêmkirin

Bi hilketina salvegera jidêbûna Hz. Mehdî (Xwedê Hatina Wî Pêşbêxe), Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî razî bû ku cezayên hejmarek zîndanî û mehkûmên dadgehan werin bexşandin an kêkirin.

Li gorî rapora Ajansa IRIB Newsê, Îro Yekşemê, di roja berî salvegera jidêbûna rizgarkerê cîhana beşeriyetê, Hz. Mehdî (XHWP) û 12-ê Farvardînê(1ê Nîsanê), salvegera Komara Îslamî ya îranê, Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî hezar û 849 mehkûmên dadgehên giştî û dedgehên  Inqilabê, Rêxistinên dadweriya hêzên çekdar û tezîratê hikûmetê efû kirin an jî qebûl kir ku bila cezayên wan kêm bibe..

Hucet-ul-Îslam wel-muslimîn "Seyd Îrahîm Reîsî" serokê dezgeha dadweriya Îranê, bi minasebeta van rojên bimbarek, di nameyekê de ji Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî re, mehkûmên hanê hêjayî bexşandin an kêmkirina Cezayên wan dîtibû ku Hz. ayetullah Xamineyî li gor xala 11-an ya prensîba 110-an a Destûra Bingehîn a Iranê ev pêşniyar pejirand.

Sibê (Duşemî), 15ê Şebana 1442 Hicrî Qemerî(koçberiya Tavî) anku 29ê Adara 2021, hevdemê salvegera jidêbûna pîroz a Hz. Mehdî (XHWP), donzdehemîn Îmamê Şeyên Cîhanê ye.

Serepeyv