Adar 18, 2021 18:47 Asia/Tehran
  • Hevdîtina nûnerên Rêberê mezin e Inqilaba Îslamî bi Canbazên serbilnd ên Îranê re

Di salvegera jidêbûna Hz. Ebulfezl (S) û Roja Canbazan de, hin heyetên ji aliyê Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî, çûn malên canbazan û rêz û qedrê fidakariyên wan girtin.

Li gor Iran Pressê di salvegera jidêbûna Hz. Ebulfezl (S) û Roja Canbazan de, hin heyetên ji aliyê Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî, bi çûyîna malên canbazan derbarê rewşa meaş û jiyana wan agahî bi dest xistin û li canfidayî û têkoşîna wan a bêhempa yên dewrana berevaniya pîroz rêz û hurmet girtin. 

Nûnerên Welîyê Feqîh li navendên parêzgehên Îranê û pêşnimêjên înê yên giştn bajarên Îranê bi nûneratiya ji aliyê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî çûn malên canbazan û rêz û hurmet ji têkoşan û canfidayiya canbazan girtin û ev roja û salvegera ji dêbûna Hz. Ebulfezl el-Ebas (S) li wan pîroz kirin.

Îro pêncşemî, 4 Şeibana 1442 H.Q, 18 Adara 2021`an salvegera jidêbûna hezretê Ebulfezlê El-Ebas (S) alahilgirê Kerbelayê û roja Canbazan li Îranê ye.

Serepeyv