Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî li dijî lidarxistina civîna Rêzgirtina li wî derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324811-rêberê_giranqedr_ê_inqilaba_Îslamî_li_dijî_lidarxistina_civîna_rêzgirtina_li_wî_derket
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, piştî ku ji hewildana bona lidarxistina civînekê bi navê "Rêzgirtina ji bo Alimên Xwedayî" ya derbarê karakterê exlaqî-îrfanî yê Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî ji aliyê Navendeka Zanistên Olî agahdar bû, li dijî derket û ev bername hate betalkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2021 09:13 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî li dijî lidarxistina civîna Rêzgirtina li wî derket

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, piştî ku ji hewildana bona lidarxistina civînekê bi navê "Rêzgirtina ji bo Alimên Xwedayî" ya derbarê karakterê exlaqî-îrfanî yê Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî ji aliyê Navendeka Zanistên Olî agahdar bû, li dijî derket û ev bername hate betalkirin.

Li gorî IRNAyê ya roja Înê, civînek bi navê "Bîranîna Alimên Xwedayî(Rebanî)" li ser kesayetiya exlaqî-Îrfanî ya Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî" ji hêla Navendeka Zanistên Olî  ve dihat girtin ku piştî agahdariya Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî û dijberiya wî derbarê lidarxistina vê civînê ew hate betal kirin.

Ev civînan di bin navê "Rêzgitina li Zanayên Rabanî" de pêk dihatin lidarxistin û biryar bû ku civîna sêyemîn li ser karakterê Hz. Ayetullah Xamineyî bibe.

Berê jî çend caran, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî derbarê merasîmên wiha yên derbarê şexsiyeta xwe gilî û gazinde kiribû.