Ayetullah Yusif Saniyî emrê xwedê kir
Îlon 12, 2020 21:15 Asia/Tehran
Ayetullah Yusif Saniyî merceyekî texlîdê yê şîeyan îro emrê xwedê kir.
Ayetullah Saniyî ji êvara pêncşemê ji ber şikestina hestiyê hêta xwe û derketina zendê li nexweşxaneke Qomê hatibû razandinê.
Ayetullah Saniyî sala 1937 li Nîkavaya Îsfehanê hatibû dinê. Ev merceyê texlîdê sala 1947 çû Navenda Fêrbûna Zanistên Olî ya Îsfehanê û piştî qetandina dersên seretayî sala 1951 ji bo berdewamiya dersa xwe çû Navenda Fêrbûna Zanistên Olî ya Qomê (Huzeya Îlmî).
Ayetullah Saniyî li ber destê Îmam Xumeynî (RE), ayetullah Birucirdî, ayetullah Erakî, ayetullah Muheqiq Damad ders hîn bû.
Ev merceyê Texlîd yek ji endamên berê yê meclisa Xubreyên Rêberî û endamê Konseya Parêzvana Qanûna Bingehîn a Îranê û herwiha dozgerê berê yê giştiye welat bû.