Rêberê Înqilaba Îslamî: Abora welêt divê bi ti awayekî li guhertinên derveyî welêt girêdayî nebe
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê anî ziman ku bernameyên aborî yên welêt divê bi hêviya rakirina boykotan an ji bi hêviya encama hilbijartinên fulan welat nemîne û desnîşan kir: Abora welêt divê bi ti awayekî li guhertinên derveyî welêt girêdayî nebe, çûnku eva şaşitiyeke stratejîk e.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetula uzma Xamineyî îro yekem bi minasibeta Hefteya Dewletê ya Komara Îslamî ya Îranê bi riya vîdeo-konferansê di civîna serokomar û desteya wezîran Dewleta Îranê de beşdar kir û di vê çarşovê de diyar kir: Divê em wer bifikirin ku diqewme ev boykot heya 10 salên din jî dom bike, vêca divê em pişta xwe bidin zirûfên xwe û îmkanên nav welatê xwe û divê pirsgirêkên me li guhertinên derveyî welêt girêdayî nebin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di dewama gotinên xwe de ber bi rayedarû berpirsên welêt got: Xizmetkirin di çarçova Nizama Îslamî de nirx û erzişeke xwe ya çendîn beranberî heye ku divê qedrzanê û sipasdarê vê yekê bibin , çûnku xizmetkirina li Komara Îslamî wek destekdayîna bo nimandina mînaka Îslamê di warê avakirina Civakê û birêvebirina Civatê de ye û eva girîngiyeke xwe ya pir heye.
Hz. ayetula uzma Xamineyî herwiha bal kişand ser bê deshilatiya Mektebên curbicur ên mirovan di warê birêvebirina civakan de û Amerîka jî wek mînakeke bi ratî têkçûyî û sikestî da zanîn û got: Nirxên mirovan ên wekî tendirustî, edalet û ewlehî ji her derî zêdetir li Amerîkayê hatiye binpêkirin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî herwiha got: Ji bilî pirsgirêkên navxweyî û birêvebirin, mijarên wekî kuştin, şerfiroşî û çêkirina bê ewlehî û bê îstiqrariyê ji wan karên her rojî yên amerîkiyan li Sûriye, Filistîn û Yemenê û berê jî ev rewş li Iraq, Efganidtan û deverên din ên wekî Viyetnam û Hîroşîmayê ne.
Hz. ayetula uzma Xamineyî her wiha cihgirtina hin kesan li ser deshilat û hikûmeta Amerîkayê ku bûne sebeba heqîrbûn û biçûkbûna vî welatî, nîşaneke din a bê encamiya mînaka mirovahî û ber bi têkçûnê a utopyaya (mirazşar) rojavayîxwazan da zanîn û got: Mînaka serbixwe ya nizama Îslamê ji bo avakirina nizam û civakê li ser sê bingeh û prensîpên wek Îman, Zanist û Dadê ava bûye.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di beşa dawiyê ya gotinên xwe de bal kişand ser beşek ji gotinên hêja yên Mîrê Muminan Hz. Elî (S) derbarê vê yekê ku ger mumin dest ji alîkarîkirin û hawargihandina bo hevdu berdin , bi yeqîn ewê têk biçin û got: Eva derseke ji bo mirovan û gişt muminan û roja îro ku dijmin herdem mijûlî pîlandanînê (ji misliman û muminan re) ye, divê em jî li hemberî wan bi plan û bername bibin.