Tebax 16, 2020 11:06 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Destpêka dijminiya Amerîkayê digel Îranê ji Darbeya 19ê Tebaxê va bû

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Dijminiya Amerîkayê digel Îranê ji Darbeya 19ê Tebaxê va qewimî û heta Înqilaba îslamî hatiye domandin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRIB Newsê, Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya salvegera darbeya bi serşûrî ya 28ê Mordada sala 1332an a Koça Rojî (19ê Tebaxa 1953an) bi dayîna peyamekê li ser Înternetê, her wiha ragihand: "Komara Îslamî ya Îranê rêya hatin û bandora dubare ya Amerîkayê li nav erkanên welêt girêda û ev rêgirtin li muzakireyê ji amûrên girtina rêya bandorkirina Amerîkayê ye; Helbet ev yek jibo amerîkiyan gelek dijwar e."

Di roja 19ê tebaxa sala 1953an hejmareke hêzên artêşa Rêjîma sitemşahiyê bi hevkariya Amerîka û Inglîzê, bi hilweşandina dewleta Muhemed Musediq, Muhemedreza Pehlewî ku reviyabû derveyî welêt, careke din li ser textê paşatiyê dan rûnişkandin.

Darbeya amerîkî-inglîzî ya Tebaxa 1953an ku bû sebeba ketina dewleta qanûnî ya wê demê ya Îranê (dewleta Musediq), qonaxeke hestyar a dîroka siyasî ya Îranê beriya serketina Înqilaba Îslamî bi bîr tîne.

Darbeya 19ê Tebaxê ku beşek ji rêze-destwerdanên Amerîka û Inglîzê li Îranê di dema serketina bizava neteweyîbûna Pêşeya Petrolê li Îranê ye, di qonaxekê da qewimî ku Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê di mijara girêbestên petrolê yên Inglîz û Îranê da, dengê xwe li ser xêra Îranê dabû.
Di salên dwî da, belgeyên nû derbarê destwerdana biyaniyan di darbeya 19ê Tebaxê da hatine weşandin û heta hin rayedarên amerîkî derbarê rola rasterast a vî welatî û Inglîzê di vê darbeyê da li xwe mukur hatine.

Serepeyv