Tebax 15, 2020 11:50 Asia/Tehran
  • Textê-Rewançî: Dengê Konseya Ewlekariya Navneteweyî redkirina îdiaya Amerîka derbarê mekanîsma kişokê ye

Nûnerê Îranê li Rêxisina Netewên Yekbûyî (NY) Mecîd Textê-Rewançî dengê Konseya Ewlekariya NY ya ji bo redkirina biryarnama pêşniyarkirî ya Amerîkayê ji bo domandina boykotên çek û sîlahan li dijî Îranê wek tecrîda Amerîkayê li cîhanê da zanîn.

Biryara pêşniyarkirî ya Amerîkayê ji bo berdewamkirina ambargoyên çek û sîlahan li dijî Îranê di Konseya Ewlekariyê ya NY de bi 11 dengên bêteref û 2 dengên Erê û 2 dengên na hat redkirin.

Li gor vê yekê boykotkirina çekan a li dijî Îranê, li gor Peymana Navokî li meha Çiriyê ya îsal tê rakirin.

Nûnerê Îranê li NYê Mecîd Textê-Rewançî îro li gotûbêja bi IRNA re  got ku amerîkî îdia dikin ku ger ev Biryarnama dengê pesindkirinê bidest nexe, ew ê bixebitin mekanîsma kişokê (tetikê) ya li gor Biryarnama 2231 ya Konseya Ewlehiya NY aktîv bikin, lê dengê Konseya Ewlekariyê ya NY ya redkirina pêşniyara Amerîkayê nîşan dide ku ev îdiayê amrîkiyan pûç û bê bingeh e û siyaseta Amerîkayê ya îstifadeya nerewa ji biryarnama 2231 ji aliyê cihanê nayê qebûlkirin.

Textê-Rewançî bal kişand ser derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî û bikaranîna boykotên giran li dijî gelê Îranê û got: Biryarnama 2231 bi gişt dengan li Konseya Ewlekariyê ya NY hat pesindkirin  û gişt aliyên Peymana Navokî ji xeynî Amerîkayê piştgirê wê ne, vêca îdiaya Amerîkayê li bara bikaranîna mekanîzma Kişokê ji babeta siyasî û huqûqî neaqilane ye. 

Serepeyv