Fermandê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê: Em amade ne li himber her gefekê rawestin
Fermandê Hêzan Bejayî ya Artêşa Îranê got: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi alav û çek û şiyanên tekûz amade ne li himber her gefeke dijmin rawestin.
General Elî Cehanşahî di nav koma femande û karmendên Biryageha Herêma Başûr- rojhilatê ya Artêşa Îranê de got ku Komara Îslamî ya Îranê bi piştgiriya şiyanên navxweyî, feraseta rêberê bilindqedir û piştgiriya gel di şerê 12 rojî yê dasepandî yê dijmin de nehişt ku ew bighêjin armancên xwe yên kirêt.
Fermandê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê bal kişand ser cih û şûna erdnîgarî ya Komara Îslamî ya Îranê jî u got: Îro rojê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di warê teknolojiyên nû gotinên cidî hene û ev şiyan encama pêbaweriya bi şiyanên navxweyî ne. Fermandê Hêza Bejayî ya Artêşê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê ti carî zordarî qebûl nekiriye û her tim li hember zorbêjên cîhanê rawestaye.