Beytocan emeliyet bû û li nexweşxaneyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i321413-beytocan_emeliyet_bû_û_li_nexweşxaneyê_ye
Malpera Diyarnameyê nivîsiye: "Ev du roj in bi ser twittirê re hema twitan diweşînin û qala hunermend Beytocan dikin. Hin jê bêyî agahiyê piştrast bikin dibêjin "Mir". Li ser vê me xwe gihand agahiya rewşa dawî ya Beytocan û bi kurtahî: Li nexweşxaneyê ye û dermankirina wî didome."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 15, 2020 06:34 Asia/Tehran
  • Beytocan emeliyet bû û li nexweşxaneyê ye

Malpera Diyarnameyê nivîsiye: "Ev du roj in bi ser twittirê re hema twitan diweşînin û qala hunermend Beytocan dikin. Hin jê bêyî agahiyê piştrast bikin dibêjin "Mir". Li ser vê me xwe gihand agahiya rewşa dawî ya Beytocan û bi kurtahî: Li nexweşxaneyê ye û dermankirina wî didome."

Hunermend Beytocan li dor deh rojan berê li Stockholma Swêdê li nexweşxaneyeke ji qirika xwe emeliyet bûye. Qansêra qirikê hebû û ji wê emeliyet bûye. Ev deh roj in tedawiya bi lazerê didome. Rewşa wî stabîl e, hê doktor tiştek nabêjin lê dermankirina wî didome. Ji ber vîrusa koronayê jî leza şandina malê nakin.