-
Serokwezîr Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Iraqê kir
Hezîran 25, 2020 10:17Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li wezîrê berevaniya Iraqê Cuma Ennad Seidûn kir.
-
YNK’ê gefa derketina ji hikumet û parlemana Herêma Kurdistanê xwar
Hezîran 23, 2020 16:11Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî diyarkir ku ger Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re li hev neke û şefafyetek dahatê diyar neke, ewê neçin parlemanê û karên hikumetê jî rawestînin.
-
Xwepêşanderên Silêmaniyê xwestin bila hikûmeta Herêma Kurdistanê dest ji kar berde
Hezîran 23, 2020 16:00Li Silêmaniyê xwepêşanderan bi dirûşmeya’Hun şikestîne, dest ji kar berdin’ dest bi xwepêşandanê kirin. Herwiha bang li hemû mûçexweran kirin ku ji bo mafê xwe dakevin qadan.
-
Şandek din a Herêma Kurdistanê çû Bexdayê
Hezîran 23, 2020 15:38Ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe û neftê, şandek din ya Herêma Kurdistanê çû Bexdayê.
-
Nêçîrvan Barzanî ji Iraqê xwest ku hemû pirsgirêk werin çareser kirin
Hezîran 23, 2020 04:55Ofîsa serokatiya Herêma Kurdistanê li ser serdana serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Iraqê daxuyaniyek nivîskî belavkir. Li gorî daxuyaniyê serokê Herêma Kurdistanê ji aliyên Iraqê xwestiye ku hemû pirsgirêk li ser bingehê destûra bingehîn werin çareser kirin û herêm ji bo vê amade ye.
-
Di 24 saetên borî de li herêma Kurdistanê 299 kes bi vîrusa Koronayê ketin
Hezîran 22, 2020 20:08Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kuridstanê derbarê 24 saetên borî yên vîrusa koronayê de daxuyaniyek belav kir û li gor wê daxuyaniyê di 24 saetên borî de 299 kes bi vîrusa koronayê ketine.
-
Şandeya artêşa Iraqê serdana Behdînanê kir
Hezîran 22, 2020 16:48Bi armanca lêkolînkirina êrîş û desdirêjiyên dewleta Tirkiyê ya li ser xaka Herêma Kurdistanê şandeyeke artêşa Iraqê serdana Behdînanê kir.
-
Nêçîrvan Barzanî: Dema lihevkirina giştalî li er hemî mijarên kêşeliser digel Bexdayê hatiye
Hezîran 22, 2020 06:14Serokê Herêma Kurdistanê di çarçova çûyîna xwe ya fermî bo Bexdayê û hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên dewletî û rêberên partî û tevgerên siyasî yên Iraqê, destnîşan kir ku "Dema lihevkirina li ser hemî babet û meseleyên kêşeliser digel Bexdayê hatiye."
-
Nêçîrvan Barzanî li gel Hadî Amirî civiya
Hezîran 21, 2020 19:30Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokê Hevpeymana Fatih Hadî Amirî civiya. Li gorî daxuyaniya Fatih di hevdîtinê de qala derketina hêzên biyanî yên li ser xaka Iraqê, êrişên dewleta Tirkiyê û yekxistina helwesta aliyan kirine.
-
Dewleta Tirkiyê ji baregehên xwe yên li Herêma Kurdistanê gundên Amêdiyê topbaran dike
Hezîran 21, 2020 19:22Dewleta Tirkiyê ji baregehên xwe yên li Herêma Kurdistanê gundê Nehêlî yê girêdayî Amêdiyê topbaran dike.